Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, li hola fakulteya perwerdeyê li zanîngeha Gaziantep li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê, rêweresmên rêzgirtinê li dar xistin, ji bo xelatkirina xwendekarên serkeftî di ezmûnên qonaxa diwenavendî de, yên sala 2024ê, li ser asta bakurê rizgarkirî.
Di merasîmê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat û hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî li herêmên rizgarkirî û hejmarek ji serokên zanîngehan, sendîke, yekîtî û encûmenên xwecihî amade bûn.
Cîgirê Serok Ebdulmecîd Berekat li ser navê serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra gotarek pêşkêş kir, tê de pîrozbahîya xwendekarên serkeftî kir, yên ku li dijî şert û mercên dijwar û zehmetiyan li ber xwe dan û karîne di xwendina xwe de di qonaxa diwenavendî de piley;n bilind bi dest bixin.
Berekat tekez kir ku ev serkeftin di dema berdewamiya êş û azarên gelê Sûriyê de, ronahiyek geş û hêviya paşerojeke xweş û jiyaneke birûmet nîşan dide, û her kesî di hemû waran de han dide li ser pêşketinê û berdewamkirina şoreşa Sûriyê ya gewre heta giheştina Sûriyeke azad û dadperwer ku rûmeta gelê xwe biparêze, maf û azadiya wan dabîn bike.
Berekat tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi rijdî dixebite di civîn û hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bi welatên dost û bexşîner re, ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji sektora perwerdeyê re li navçeyên rizgarkirî. Û miqtebûna gelê Sûriyê li hînkirina zarokên xwe , tevî şert û mercên dijwar ên ku ji aliyê rijêmê ve hatine çêkirin, bilind nirxand. Ku rêjîm hê jî hewl dide deverên rizgarkirî wêran bike û jêrxaneya wan armanc dike, û serjimar nişan didin ku rijêmê û hevparên wê, di pênc salên dawî de, 170 êrîş birine ser dibistan û navendên perwerdeyê, û berî wê demê jî bi sedên êrîşan pêk anîne û bi sed hezaran zarok ji perwerdeyê bêpar hiştine.
Berekat got: “Pabendbûna civaka me bi xwendinê, rêya rizgarî û avakirinê ye. Sekeftina xwendekarên me ne tenê destkefteke kesayetî ye, lê belê ew serkeftin e ji Sûriyê û gelê wê re, ew gelê ji jiyanê hez dike û rijd e li ser berdewamiya wê, tevlî rewşên dijwar ên ku tê re derbas bû û hîna jî bi mêrxasî li dijî wan şert û mercan li ber xwe dide. Ev nameyek e ji her kesî re ku em Karin bi ser bikevin û Sûriyê bighînin serdemeke nû ya pêşketî.”
Berekat her wiha spasiya hemû kesên ku di pêkanîna vê serkeftinê de beşdar bûne kir, di nav de mamoste, rêvebir, çavdêr, dê û bavên ku di afirandina serkeftinê de cih girtine û rola wan a girîng di avakirina wê de heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî