Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, diyar kir ku nûçeyên tawanên rêjîma Esed li dijî penaberên ku vedigerin deverên wê li pey hev digihêjin me, û careke din tekez kir ku Sûriya hîn ji bo vegera penaberan ne ewle ye.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Bekûra amaje bi wê yekê kir ku mirina ciwanê bi navê Ebdul-Xenî Munîr ê 33 salî, di bin eşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de li bajarê Helebê, tekez dike ku rêjîmê dest ji tawanên dijî gelê Sûriyê bernedaye, û hemû tesnîfên ku hin welat hewl didin bidin pejirandin, senifandinên siyasî ne, nerast in.
Bekûra tekez kir ku çareseriya siyasî tekane çareserî ye ku dikare pirsgirêka penaberên Sûriyê û hemû pirsgirêkên din ên welêt ji kok de çareser bike.
Medyayên xwecihî nûçeya mirina ciwanê bi navê Ebdul-Xanî Munîr ê 33 salî di bin îşkenceyê de di girtîgehên rêjîma Esed de belav kirine, piştî ku ji Tirkiyê bo bajarê Ezazê hatibû dersînorkirin, û piştre derbasî bajarê Helebê bibû.
Çalakvanan got ku Munîr pênc mehan li bajarê Ezazê ma, û ji ber nebûna kar, wî biryar da ku vegere bajarê Helebê yê ku di destê rêjîma Esed de ye, piştî dayîna nirxê berdêlê xizmeta leşkerî, û serratkirina rewşa xwe bi rêjêmê re bi awayekeî qanûnî bi rêya malbata xwe re, lê di heman dema gihiştina wî ya Helebê, li ser destê hêzên Esed hat girtin û nûçeyên wî wenda bûn, heta ku malbata wî telefonek ji Hêzên Ewlekariya Leşkerî wergirt û ji wan xwestin ku bên ji bo cenazeyê wî werbigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî