Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, zêdebûna tawanên milîsên PYD yên terorîst li dijî sivîlan di dema dawî de, nîşana sûrbûna van milîsan li ser şopandina rêya xwînrêjî ya terorîstane ye, û girêdana wan bi projeyên terorîstî yên li derveyî sînorên Sûriyê diyar dike.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku di demekê de ku gelê Sûriyê li hêviya gihiştina çareseriyeke siyasî ye ku dawîyê li êşên wî ên ku ev 13 sal in berdewam in bîne, û hêviya paşerojeke baştir ji wan û zarokên wan re vegerîne, ev gurkirina leşkerî ji aliyê milîsên PYDê yên terrorist ve ên ku fermanan ji Qendîlê werdigirin pêk tên, ji bo gurkirina pevçûn û nakokiyên nijadperestî û vegerandina dosyaya Sûriyê bo qonaxa wê ya pêşîn.
Berekat amaje bi wê yekê jî kir ku ne dûr e ku Îranê rêkeftinek bi serkirdeyên Qendîlê re pêk anîbe, ji ber ku ev tawan tenê xizmeta Tehranê û milîsên wê yên mezhebî yên ku li Sûriyê û navçeyê belav bûne dike, û propagandaya rêxistinên din ên terorîst wek DAIŞê a ku hewl dide ji nû ve derkeve meydanê bihêz dike.
Di van rojên dawî de, milîsên PYDê hejmarek tawan li dijî sivîlan pêk anîne, ya herî dawî ew bû ku bombeyek xistine çenteyê jinekê de, ku ji navçeyên di bin kontirola van milîsan de derbasî gundê Salhiyê bûye, li gorî malpera El-Xabûr, li gundewarên Serê Kaniyê yê parêzgeha Hesekê, di nav malên sivîlan de teqiya û di encamê de 5 kes ji malbatekê hatin kuştin.
Û di rojên şemî û yekşemê de çekdarên rêxistina terorîst a PYDê bajarê Babê li gundewarê Helebê û hejmarek gund û bajarokên derdora wê bombebaran kirin, di encamê de hejmarek kes şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî