Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Hadî El-Behra, got ku bombebarana rêjîma Esed û hevparên wê ji sivîlan re li bakurê Sûriyê, berê herêmê dide alozbûn û nearamiyê.
Al-Bahra di tweetekê de li ser malpera “X” weha jî got: “Rêjîma Esed bêdengiya navdewletî û rewşa rizgarbûna ji sizadanê û berdewamiya piştgirên wê di jikarxistina biryarên Encumena Navdewletî de, ji xwe re derfet dibîne da tawanên xwe yên dijî sivîlên Sûriyê berdewam bike”.
El-Behra tekez kir paşguhkirina rijêma Esed ji yasayên navdewletî re hişt ku”Duh hêzên wê û hevparên wê peymangeheke fêrkirina zanistên îslamî û erebî ji zarokan re li bajarê Erîha li gundewarê Idlibê bombebaran bikin, ku bû sedema şehîdketina 3 kesan û birîndarbûna 14 kesên din, û hîn jî guh nade yasa û peymanên navneteweyî û tawanên şer û binpêkirinên li dijî sivîlan dubare dike, û her hewla ji bo çareseriyeke siyasî red dike.”
Hêjayî gotinê ye ku rêjîma Esed û hevkarên wê di dema dawî de bombebarankirina herêmên rizgarkirî tundtir kiriye, ku bûye sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî