Îro, pêncşemê, komkujiyek hovane li bajarokê Atarib li gundewarê Helebê pêk hat, tê de 13 kes şehîd ketin, heft ji wan ji heman malbatê bûn, ji encama armanckirina bajêr di riya balafirên şer ên hêzên rêjîma Esed re.
Li gorî Berevaniya Sivîl, 4 sivîl hatin kuştin û 21 sivîlên din birîndar bûn, 7 ji wan zarok bûn, birînên hinan ji wan giran bûn, wek serjimêriyeke destpêkî, ji encama êrîşên asmanî yên Rêjîmê û firokên Rûsî yên ku taxên bajarê Daret Ezza li gundewarê rojavayê Helebê û sûka gelêrî li wê deverê û nêzîkî Mizgefta Mezin, îro pêncşemê, kiribûn armanc.
Berevaniya Sivîl a Sûrî diyar kir ku duh çarşemê, di êrîşên tund ên Rêjîmê, Rûsiya û hevalbendên wê de ku bi dehan bajar, gund û bajarokên bakurê rojavayê Sûriyê armanc kirin, sivîl bûne qurbanî, ji ber ku wan bombeyên goşeyî yên li ser asta navdewletî qedexekirî ne ji bo bombebarankirina kampeke koçberên li bakurê Idlibê û bajarên Atarib û Daret Ezza li rojavayê Helebê bikar anîn.
Berevaniya Sivîl tekez kir ku ev gurkirin bûye sedema kuştina zarokekî û birîndarbûna 20 sivîlên din, 9 ji wan zarok û 6 jin in.
Li gor amarên mehane yên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, rêjîma Esed dest ji binpêkirin û tawanên dijî sivîlan li Sûriyê bernedaye, ku ji destpêka sala 2024an heta dawiya cotmeha borî 752 kes hatine kuştin, piraniya wan li ser destê hêzên Esed û hevparên wê ne.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ko Rêjîma Esed hîn jî hêviyên xwe bi çareya leşkerî ya xwînrêjî girêdide û baweriya wê bi çareseriya siyasî nayê, û bi tundî red dike ku beşdariyê di çi proseyeke siyasî de bika da dawîyê li êşên dijî gelê Sûriyê yên ku ji berî 13 salan de berdewam in bîne.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi awayekî cidî tevbigere ji bo rawestandina tawanên Esed û fişarê li hevparên wî bike ji bo aktîvkirina piroseya siyasî û pêşvebirina wê ji bo bidestxistina çareseriya siyasî bi rêya cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Herwiha tekezî li ser pêwîstiya aktîvkirina karê mîkanîzma bêalî ya navdewletî, û sizadana berpirsên di ber tawanên cengê yên li dijî sivîlan de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî