Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê, koçberbûna bêtir ji 8735 malbatan ber bi deverên ku tê texmînkirin ku ewletir in heta niha tomar kiriye, û bal kişand ku ev derbiderî ya herî mezin e di pênc salên dawî de, li gorî berdewamiya gurkirina leşkerî ji aliyê hêzên rêjîma Esed û balafirên şer ên rûsî ve, ku cihê niştecihbûnê û binesaziya cihêreng armanc kiriye, bêyî ku guh bide yasayên navneteweyî û mirovî.
Tîmê bal kişand ser ku bi hezaran malbatên bêwar derê tunebûna hema hema tam a cihê bicîbûnê dikişînin, ji ber ku gelek kes neçar dimînin ku berê xwe bidin zeviyên çandiniyê û qadên vekirî tevlî nebûna pêdawîstiyên sereke jî, hevdem bi hatina zivistanê re ku ev yek êşê zêdetir dike, bi taybetî bi hatina sermayê re û nebûna alavên germkirinê û pêdiviyên zivistanê.
Tîmê diyar kir ku li herêmên ku kesên derbider dihewînin, qerebalixeke zêde li avahiyên heyî heye, û êdî nikarin hewcedariyên ku rojane pirtir dibin peyda bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ko tawanên rêjîma Esed û hevalbendên wê bûne sedema pêlên mezin ên derbideran, hevdem bi hatina zivistanê re.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko operesyonên bombebarankirina dubare li ser deverên niştecihbûnê, navendên sivîl û jêrxaneyan li deverên rizgarkirî, bi hezarên malbatan neçar kirin ku birevin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku binpêkirin û dijminatiyan rawestîne û tedbîrên bilez werbigire ji bo rawestandina van kiryaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî