Daxuyaniya Rojnamevanî
Êrîşên ku hêzên rejîmê û milîsên biyanî yên bi piştevaniya Îranê yên ji berî mehekê de li ser bakurê Sûriyê dest pê kiribûn û roj bi roj berferehtir dibûn, bi bombebarankirina mûşekî û topan û firokên bê firokevan ên sivîl û navendên giştî yên sivîl dikin armanc, ya herî dawî roja sêşema borî bû, dema dibistanek li Erîhayê bombebaran kirin, di encamê de hejmarek ji sivîlan şehîd bûn, zarok jî di nav wan de hebûn. Ev êrîş bûn faktera zêdebûna azarên sivîlan û peydabûna pêlên nû yên koçberî û penaberiyê û têkdana ewlehî û aramiyê li bakurê rojavayê Sûriyê. Lewra serkirdeyên leşkerî li wan deveran dest bi operasyonekê bo rûbirûbûna planên rejîmê û milîsên Îranî yên piştgiriya wê dikin kirin, ji bo rawestandin û girtina rê li ber van êrîşan, û dabînkirina parastina sivîlan li herêmên bakur-rojavayê Sûriyê, û misogerkirina vegereke bi dilxwazî, Ewle û bi rûmet ji derbider û koçberan re bo gund û bajarokên xwe yên ku ji destê milîsên mezhebî yên bi ser Îranê ve hatine rizgarkirin.
Bi milyonan xelkê Sûriyê nikarin berdewamiya van şert û mercên niha bipejirînin, ji ber êş û azarên mezin di dema kêmbûna berdewam a rêjeya alîkariyên mirovî û berdewamiya tawanên cengê, berdewamiya hejmûna Îranê û milîsên wê li ser xaka me, berdewamiya êrîş û binpêkirinên rêjîmê û wan milîtanên mezhebî li dijî sivîlan û cemidandin û têkbirina proseya siyasî ji aliyê rêjîmê ve bi sedemên vala . Divê Sûriye ewle bibe û ji projeyên cudaxwaz bê parastin û serweriya yasayên ku mafên hemû hevwelatiyan misoger dike û azadiya wan dabîn dike peyda bibe.
Divê rêjîm û alîgirên wê bizanibin ku ti çare nîne ji bilî vegera li ser maseya danûstandinan ya di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de, ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî û bicihanîna tam ji biryarên Encumena Ewlekariyê yên girêdayî Sûriyê re, nemaze biryarên 2254 û 2118, da çareyek domdar be û yekîtiya Sûriyê bi ax û gelên wê ve bê parasin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Dezgeha û Ragihandin û Peywendiyan
28 mijdar 2024