Di encama êrîşên asmanî yên balafirên şer ên rêjîma Esed li ser bajarê Idlibê, roja înê, 4 sivîl hatin kuştin û 6 kesên din birîndar bûn.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê got ku firokeyên rêjîmê û Rûsya êrîşên asmanî birin ser taxên niştecihan, stsyoneke sotemeniyê û dibistanekê li Idlibê û di encamê de 4 sivîl hatin kuştin û şeşên din jî birîndar bûn.
Tîma “Hevrêzkarên Bersivdanê” li Sûriyê diyar kir ku di sê rojên bûrî de 126 êrîşên hêzên Esed û 85ên hêzên Rûsî û Esed hatin pêkanîn, û di encamê de 20 kes şehîd ketin, 4 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, herwiha birîndarbûna 45 kesên din, 18 zarok û 7 jin di nav wan de hebûn.
Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê amaje kir ku hejmara malbatên derbeder pir bûye û gihaye 10,894 malbatan, 27,577 zarok û 19,474 jin di nav wan de hene.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ko êrîşên hêzên rêjîmê û milîsên biyanî yên bi piştevaniya Îranê berî çend mehan dijî bakurê Sûriyê destpê kirin, û roj bi roj gurtir dibûn, bi bikaranîna mûşek û topan û firokeyên bê firokevan, sivîl û navendên giştî yên sivîl dikirin armanc. Ev rewş bû sedema ku fişara gelêrî ya daxwaza rawestandina van êrîşên dijminane dike berfireh bibe, ji ber ku ew êrîş nîşan in ku dê ew operasyon dijwartir bibin ji bo zêdekirina azarên sivîlan û çêbûna pêlên nû yên derbiderî û penaberiyê, û têkbirina ewlehî û aramiyê li bakurê rojavayê Sûriyê, vê yekê hişt serkirdeyên leşkerî li wan deveran dest bi operasiyonekê bikin bo rûbirûbûna planên rêjîmê û milîsên Îranî yên ku piştgiriya wê dikin, ji bo rawestandin û rêgirtina li van êrîşan, bi armanca misogerkirina parastina sivîlan li deverên bakurê rojavayê Sûriyê, û vegera ewle û bi dilxwazî û rûmetdar a derbider û penaberan bo gund û bajarokên xwe yên ku ji destê milîsên mezhebî yên ku Îran piştgirîya wan dike hatine derxistin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir bi milyonan xelkê Sûriyê nikarin berdewamiya van şert û mercên niha bipejirînin, ji ber êş û azarên mezin di dema kêmbûna berdewam a rêjeya alîkariyên mirovî û berdewamiya tawanên cengê, berdewamiya hejmûna Îranê û milîsên wê li ser xaka Sûriyê, berdewamiya êrîş û binpêkirinên rêjîmê û wan milîtanên mezhebî li dijî sivîlan û cemidandin û têkbirina proseya siyasî ji aliyê rêjîmê ve bi sedemên vala.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî