Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Hevbendiya Niştimanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Fransa dike

November 29, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Hevbendiya Niştimanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Fransa dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Fransayê kir, şanda ji berpirsê dosyeya Sûriyê li Wezareta Derve ya Fransa li Parîsê Refaîl Semame, û berpirsa dosyaya siyasî li konsulxaneya Fransî li Stembolê, Amal Bin Haqûk, û tê de pêşhatên rewşa dosyeya Sûriyê gotûbêj kirin, nemaze tawanên berdewam ên ku ji aliyê rêjîma Esed û hevparên wê ve li dijî sivîlan li herêmên rizgarkirî tên kirin da ewlehî û aramiya wê deverê têk bidin.

El-Behra tekezî li ser pêwîstiya rawestandin û rêgirtina li van êrîşan kir bi rêya dabînkirina deverên ku ew êrîş ji wan tên, û herwiha misogerkirina vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar a awareyan bo wan gund, bajarok û bajarên ku ew jê hatine derxistin. Ji bo aktîvkirina proseya siyasî ya ku rêjîm û alîgirên wê asteng dikin, û got ku ji bo van sedeman hemûyan şer li gundewarê rojavayê Helebê dest pê kir, armanca wî ya yekem parastina sivîlan û rêgirtina li êrîşan bû.

El-Behra tekezî li ser pêwîstiya peydakirina aramiyê li seranserî Sûriyê kir, û rawestandina tawanên rêjîma Esed û piştgirên wê li dijî sivîlan, ku ev 13 sal in ranewestiyane, û rêxistinên mafên mirovan bi awayekî dembidem wan belge dikin.

Û tekez kir ku pêwîst e mercên guncaw peyda bibin ji bo aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî bi pirsa Sûriyê re, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, û tekez kir ku giheştina çareseriyeke siyasî ya dadmend bi riya çareseriyeke berdewam li Sûriyê pêk tê, da ewlehî û aramiyê vegerîne Sûriyê û tevahiya herêmê.

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku gihiştina veguheztina siyasî tekane rê ye ku dikare penaberên Sûriyê razî bike ku vegerin mal û warên xwe yên resen, û rê dide ku şert û mercên siyasî ji bo lidarxistina hilbijartinên azad û dadane di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li Sûriyê bên lidarxistin.

Piştre Desteya Pêwendiyên Derve bi amadebûna Cîgirên Serok Ebdulmecîd Berekat û Dîma Mûsa, hevrêzkarê Desteya Pêwendiyên Derve Ebdul Ehed Stêfo û endamê desteya siyasî Selîm Xetîb, civîneke din ligel şanda Wezareta Derve ya Fransa lidar xist.

Berekat bal kişand ser şert û mercên mirovî yên dijwar ên li herêmên rizgarkirî, û tekezî li ser girîngiya bicihanîna dewletan ji soz û erkên xwe re li hember sivîlan, di warê tenduristî, perwerdehî û xizmetguzariyê de, bi taybetî ku zivistan hatiye, û karkirina ji bo avakirina projeyên nû ên ku piştgîriya aramiya xelkê dikin û alîkariya wan dikin da li deverên xwe bimînin.

Berekat behsa rola giring ya Fransayê di nav Yekîtiya Ewropî de kir, di dema hewlên hin welatan ji bo asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Esed re, û pêwîstiya pabendbûna bi “sê na”yan  ku siyasetên Yekîtiya Ewropî li hember rêjîmê li ser wan hatine avakirin, heta pêşketinên bêveger di pêvajoya siyasî de pêk werin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: CivînWezareta Derve ya Fransa
Share16TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî civîneke endamên xwe lidar dixe ji bo gotûbêjkirina pêşhatên meydanî û siyasî

Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî civîneke endamên xwe lidar dixe ji bo gotûbêjkirina pêşhatên meydanî û siyasî

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.