Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, duh înê, civîneke awarte lidar xist, ji bo gotûbêjkirina pêşhatên meydanî û rewşa siyasî ya dosyaya Sûriyê, û encamên şerên niha li Helebê lidar in ji bo parastina sivîlan û nehiştina dijminkariyan li ser wan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyeke kurt pêşkêş kir, tê de behsa sedemên teqîna rewşê û destpêkirina operasiyoneke leşkerî kir û got ku ew yek ji bo nehiştina êrişên rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîsên ku Îran piştgirîya wan dike li dijî sivîlan, ku di mehên borî de ew êrîş berfireh bûne, El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên Esed û milîsên Îranî dest ji amanckirina taxên sivîl û navendên jiyanê bernadin, ya herî dawî armanckirina dibistanekê li bajarê Erîhayê bû ku di encamê de hejmarek sivîl şehîd ketin, zarok jî di nav de hebûn.
El-Behra tekez kir ku operasyona leşkerî ya niha bi armanca rawestandina êrîşan, derxistina milîsên mezhebî, parastina sivîlan, dabînkirina vegera derbider û koçberan bo mal û warên xwe, misogerkirina pabendbûna bi ewlehî û aramiya wan û garantîkirina pêkanîna agirbesteke berfireh ji bo aktîvkirina proseya siyasî, her weha diyar kir ku rûxîna bilez a baregehên rejîmê û milîsên Îranê û reva endamên wan, şervanên şoreşger ên xwedan moraleke bilind han dan li ser azadkirina deverên ku rejîmê bi riya wan deverên sivîlan bombebaran dikirin, û komên şervanan ji piştî nîvroya pêncşemê ve gihiştine bajarê Helebê.
El-Behra tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hemû pirojeyên perçekirin û cudabûnê red dike, û daxwaz dike ku Sûriya bibe dewleteke serbixwe û xwedî serweriyeke tam, gel û xaka wê yekgirtî be di bin siya demokrasiyê de û rêzê li yasayan bigire û mafên tevaya pêkhateyên wê parastî be.
El-Behra herwiha tekezî li ser giringiya pêşdebirina pêvajoya siyasî ji aliyê civaka navdewletî ve kir ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê û bidestxistina çareseriyeke domdar li Sûriyê.
Al-Behra bal kişand ser girîngiya kar ji bo danûstandina bi Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî re ji bo baştirkirina şert û mercên mirovî û peydakirina hewcedariyên ku zêdetir dibin bi taybetî bi hatina zivistanê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî