Daxuyaniya Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku ji mafê gelê Sûriyê ye, bi hemû pêkhateyên xwe ve, ku welat û xaka xwe bi dest xwe ve bîne, piştî ku ji aliyê rêjîma Esed û milîsên Îranî yên ku piştgiriya wê dikin, her weha ji milîsên PYDê yên bi ser rêxistina PKK ya terorîst ve hatiye desteserkirin, ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya navçeyên rizgarkirî û ruhakirina welatiyan ji binpêkirin û tawanên cengê yên ku bi berdewamî dijî wan tên pêkanîn, bi rêya bombebarankirin, teqînan û gefên ewlekarî yên ku ew dever jêdera wan in, û piştgiriya xwe ya tam ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî re di Operasyona Berbanga Azadiyê de ya ji bo rizgarkirina Heleb û Idlibê radigihîne.
Operasyona Berbanga Azadiyê bersiva bangên sûriyan e, ên ji salan de daxwaza azadbûna ji stemkarî û bindestiyê dikin, ev operasyon li dijî dijminkariyên rêjîma Esed e ya sûre li ser çareserirya leşkeerî û çareya siyasî asteneng dike,û ev yek bû sedema ku trajediya Sûriyê kûrtir bibe û gelek kirîz ji gelê Sûriyê re derkevin. Ji hêleke din de, milîsên PYDe ya terrorist di projeyê xwe yê cudaxwazî de berdewam e û binpêkirin û bombebarkirinên wê yên dijî sivîlan li deverên rizgarkirî berdewam in û beşdariyê li gel rêjîmê di pêkanîna tawanan de dike, û van kiryaran hişt ku serkirdayetiya leşkerî ya Artêşa niştimanî tiştê tê xwestin bike ji bo parastina sivîlan û dabînkirina vegera derbideran ên ku hîn derdê rewşa mirovî ya xerab dikişînin.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku her cureyê piştevaniyê ji gelê Sûriyê re yê ku hîn daxwaza çareseriyeke siyasî û avakirina Sûriyekê dike li ser bingeha dadperwerî, azadî û demokrasiyê ya cihê rejîma Esed û dezgehên wê yên ewlekarî yên hov tê tune be, pêşkêş bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
01 kanûna pêşîn 2024