Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, îro duşemê, kongirekî rojnamevanî lidar xist û tê de behsa pêşhatên dawî li Sûriyê û bandora wan li ser proseya siyasî û helwestên navdewletî kir.
Di destpêka konferansê de, El-Behra silav û pîrozbahî pêşkêşî hemû derbider û koçberkiriyên Sûriyê kirin, ên ku êdî karin vegerin cih û warên xwe, piştî êş û azarên dirêj li kampên koçberî û penaberiyê, û li nav malbat û kesûkarên xwe bijîn.
El-Behra silav araste kirin bo giyanê şehîdên ku xwîna xwe feda kirine ji bo paqijkirina vê xakê ji rêjîma Esed, milîsên cudaxwaz û milîsên mezhebî yên ku Îran piştgiriya wan dike, ku binpêkirinên wan dijî hemû gelê Sûriyê pêk hatin.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku operasiyonên leşkerî, çi ya Rêgirtina li Dijminkariyê be, çi ya Şefeqa Azadiyê be, ji encama fişara gel pêk hatin, û ev fişar berî çend salan dest pê kirine û her ku diçe zêde dibe ji ber zêdebûna êrîşên hêzên Esed û alîgirên wî yên mezhebperest û milîsên têrorîst ên bi piştevaniya Îranê û rêkxistinên terorîst ên ji dervayî sînor hatine, bi êrîşên asmanî, topxane û mûşekan, û bikaranîna firoke û dironên xwekuj, ji bo armanckirina sivîlan li navçeyên azadkirî û navendên sivîl.
El-Behra bal kişand ser vê yekê ku ev êrîş di heman dema kêmbûna berdewam û bilez di rêjeya alîkariyên mirovî de, guhertina siyasetên hejmarek welatan li hember penaberan, û pêkanîna binpêkirinên mafên wan, wek ku li Libnanê qewimî bû, pêk dihatin, û bû sedema zêdebûna hejmara penaberên ji welatên cîran vedigerin herêmên rizgarkirî.
El-Behra diyar kir ku ev bar zêdî îmkanên binesaziyê li herêmên rizgarkirî bû, ji ber nebûna derfetên kar, ji bilî nemana baweriya Sûriyan bi pêkanbûna bidestxistina çareseriyeke siyasî ji ber berdewamiya astengkirina rêjîma Esed ji piroseya siyasî re û pejirandina hin welatan ji asayîkirina têkiliyan pê re, di wê baweriyê de bûn ku gelê Sûriyê nikare têkoşîna xwe ya di ber hêviyên xwe de berdewam bike.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ko armancên diyar û destnîşankirî yên operasiyonên leşkerî hene, ya yekem rawestandina êrîşên li ser deverên rizgarkirî û nehiştina destdirêjiyê ye, ji ber ku take-rêya bidestxistina vê yekê rizgarkirina navçeyên ku ev êrîş ji wan tên kirin e.
Û got ku armanca duyem rizgarkirina navçeyên di destê milîsên mezhebperest ên girêdayî Îranê, milîsên cudaxwaz û rêjîma Esed e, daku rê bidin xelkê wan bajar, bajarok û gundan ji bo vegerin wan deveran, û ya sêyemîn aktîvkirina proseya siyasî ji bo cîbicîkirina tam ji biryarên 2118 û 2254 ên Encûmena Ewlekariyê ye.
Al-Behra diyar kir ku xemsariya navneteweyî û welatên ku serederî bi rewşê re bi awayê rêvebirina qeyranê dikirin li şûna ku bi ciddî mijûlî dîtina çareseriyek domdar bibin ku bibe faktera bidestxistina aştiya domdar, aramî û ewlehiyê, û astengkirina rêjîmê ya berdewam ji proseya siyasî ya Netewên Yekbûyî li Cinêvê piştgirîya wê dike, hişt ku Hêzên şoreşger ên opozisyonê bi riya sereke ya danûstandinê ku ew jî bikaranîna hêzê û operasyonên leşkerî ye.
El-Behra tekez kir ku şopandina rewşa Sûriyê ji nêzîk ve ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve û peywendiya berdewam bi serkirdayetiya leşkerî ya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê re her weha bi aliyên leşkerî yên ku di her du operasiyonên leşkerî de beşdar in, ji bo tekezkirina li ser guhdana wan ji ewlehî û hêminiya welatiyên ji hemû pêkhate û mezheban, her weha parastina milkên giştî û taybet û misogerkirina vegera karmendên hikûmetê bo ofîs û dezgeh û saziyên ku rojane xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan dikin.
El-Behra tekez kir ku şoreşa Sûriyê li ser bingeha exlaqan ava bûye û dê bi exlaqan bi ser bikeve, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pabendbûna bi mafên tevahiya gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe ve, bi taybet koçber û penaberan, ji bo vegera warên xwe dike. Û got ku wî sûriyên li Efrînê, kampên koçberî û penaberiyê û welatên Ewropî dîtine, ewên li hêviya vegera cih û warên xwe ne, û kêfxweşiya xwe bi vegera wan diyar kir pêştî ku rewş guncaw bibe.
El-Behra tekez kir ku çareseriya siyasî li gorî biryarên Netewên Yekgirtî, bi taybetî biryara 2254, tekane çareserî ye ya dikare berdewam bike, û tekez kir ku ji mafê Sûriyan e ku hemû rê û rêbazan bikar bînin ji bo gihiştina wê çareseriyê, Her wiha bal kişand ser mafê hemû aware û penaberan ku bi dilxwazî, ewle û bi rûmet vegerin warên xwe yên resen û mal û milkên xwe bi dest bixin, û mafê wan heye ku hemû rêyên rewa bikar bînin ji bo azadkirina girtiyan û naskirina çarenûsa kesên bi zorê hatine windakirin, û mafên mirovî û destûrî vegerînin.
El-Behra tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e welat bilez û rasterast kar bikin ji bo vejandina proseya siyasî û pêşdebirina cîbicîkirina biryarên navdewletî, û gotûbêjkirina mekanîzmayên avakirina desteya hikumranî ya veguhêz ku dê ji Helebê dest bi karê xwe bike, bi hev re bigihêjin encameke berfireh û tekûz û li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya ji bo avakirina desteya rêveberiya veguhêz a tevahiya Sûriyê, di heyama herî zêde şeş mehan de.
Û got ku ev proje hewcedarî hevkariya welatên sereke yên têkildarî dosyaya Sûriyê heye, di nav wan de Rûsya, û tekez kir ku divê ev welat hemû têbigihêjin ku eger Sûriye wek niha bê hiştin, dê her tişt hilweşe, û ev yek dê bibe sedema tevlîheviyeke ku ti kes nikare barçê encamên wê hilgire.
Her wiha El-Behra tekez kir ku tu kes bêyî armancên siyasî çalakiyên leşkerî pêk nayne, û armanca bingehîn a vê operasiyona leşkerî pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê ye, û got ku heya ku Rêjîm bersiva daxwazên gelê Sûriyê need, ev operasiyona leşkerî dê berdewam be û got: “Em ê axa xwe azad bikin û mafên gelê Sûriyê bi hemû mezheb û pêkhateyên wê ve ji dirûzî, elewî, sunî, şîe, Kurd, Suryanî, Ermenî û Çerkez bi dest bixin, ji ber ku mozaîkek dewlemend a hemû nijad û şaristanîyan li Sûriyê heye.”
Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em dixwazin hemû sûriyên li Helebê û bajarên din ên ku dê di demek nêzîk de werin rizgarkirin dilaram bikin ku dê ewlehiya wan garantîkirî be, û azadiya wan a bawerî û rewişt û adetên civakî parastî be, tik es nikare edyolojiya xwe ser wan bisepîne, erka me xizmetkirina wan, guhdana daxwazên wan, parastina mafên wan e.”
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku rê û rêbaz hene ku bi hemû aliyên beşdar di operasiyonên leşkerî de li ser hatiye lihevkirin, û ew hewl didin ji bo pabendbûna bi hemû displîn rêbazan, di nav de danûstandina bi girtiyên ji hêzên Esed re, ew leşkerên ku xizmeta mecbûrî dikin di nav hêzên Esed de û çekên xwe danîne û reviyane, û dema ew hatin girtin, nasnameyên wan hatin kontrolkirin ku ew tevlî ti kiryarên tawankarî nebûne tên serbestberdan, û ew kesên ku li ber xwe dan, hatin girtin dê bo dadgehan bên radestkirin.
Herwiha Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ev şoreş ne ji bo tolhildanê ye, ew ji bo bidestxistina dadmendiyê ji her welatiyekî re, bêyî berçavgirtina bawerîyên wî yên siyasî, olî û mezhebî, ji bo parastina yasayê.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku endamên Hevbendiya Niştimanî jî niha li Helebê ne, bi xelkê re danûstandinê dikin û guh didin pêwîstî û pirsgirêkên wan agahiyan ji me re vediguhêzin, û em ji aliyê xwe ve, bi serkirdayetiya Artêşa Niştimanî re peywendiyê dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
El-Behra dûpat kir ku ev şer dê berdewam bin û ranewestin heta ku ev rêjîm bi tevayî tevlî proseya siyasî ji bo cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî bibe, û tekezî li ser amadebûna ji bo danûstandinan bi lez ji bo derxistina Sûriyê ji wê tengasiyê kir. bi awayekî ku serxwebûn, yekîtî, yekparçeyiya axê û serweriya wê ya bê kêmasî li ser hemû xaka xwe misoger bike.
El-Behra peyamek ji civaka navdewletî re şand li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehîyê û parastina sivîlan li Helebê û hemû navçeyên rizgarkirî, û pêwîstiya rawestandina êrîşan û pêkanîna agirbestekê bi taybetî li navçe û navendên sivîl û giştî. Wî tekez kir ku ew mijareke girîng e ji bo hemû welatan, û armanca wê ya sereke aramiya Sûriyan da li welatê xwe bimînin û jinavbirina sedemên koçberî û penaberiyê.
El-Behra got ku pêwîst e welatên cîhanê ji bo bidestxistina vê armancê destê alîkariyê pêşkêş bikin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bilez xizmetguzariyên pizîşkî û tenduristî û alîkariyên mirovî bighînin navçeyên rizgarkirî.
El-Behra tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî erkdar e ji bo parastina hêviyên miletê Sûriyê yên azadî, rûmet, dadmendîyê û bidestveanîna aştiyane ya veguheztina desthilatê bi awayek demoqratîk, û Hevbendî nikane xiyanetê li vê baweriyê bike û nekare kêmasiyan tê de bike, û tekezî li ser pabendbûna xwe bi hemû biryarên Netewên Yekgirtî û biryarên Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî kir, û bi hemû rê û îmkanan hewl dide wan bi cih bîne.
Wî diyar kir ku li Sûriyê defakto û deverên kontrolkirî hene, û pêwîstî û xizmetguzariyên mirovî ji hemû aliyan de heye, û ev rewşa nearam a berdewam, rêyên demkî ji bo çareserkirina wê peyda kirin.
El-Behra wiha got: “Em wek nûnerê siyasî yên gelê Sûriyê li gorî biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û biryarên Encumena Ewlekariyê, dê vê berpirsyariyê hilgirin û em li ser erdê bi her kesî re di têkiliyê de ne, nemaze bi rêya Rêveberiyên xwecihî û gelên herêman re ji bo ku komên Artêşa Niştimanî li gorî van pîvanan û exlaqan tevbigerin, em kiryarên koman dişopînin û em piştrast dikin ku ew li gorî van pîvanan tevdigerin. Em mafên welatiyan dişopînin û garantî dikin û teqez dikin ku çi rêxistinek kiryarên terorîstî û tedbîran ji bo tirsandina xelkê nake.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî