Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, tekez kir ko milîsên PYDê yên têrorîst binpêkirin û aloziyên xwe li dijî xelkê deverê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî zêde kirine, ji ber ku ew ji gotara encumenê ditirse û tekez kir ku siyaseta wê ya terorîstî berê ciwanan dide koçberiyê û nahêle ew beşdariyê di pêşketina herêmê bikin.
Ev yek di hevdîtina cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî bi nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî re li bajarê Hewlêrê li herêma Kurdistana Iraqê hat gotin, her weha bi wan re behsa tiştên ku li rojhilatê Firatê çêdibe derbarê zêdebûna binpêkirinên ku ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve pêk tên kir.
Beşar tekez kir ku zêdebûna rêjeya binpêkirinan ji aliyê van milîsan ve nîşanek diyar e ku gotara Encûmen li kolanên kurdî ji gotara milîsên PYDê bêhtir deng vedide, tevî ku hêzên wan ên leşkerî, medyayî û ragihandinê û aborî li herêmê hene.
Cîgirê Serok destnîşan kir ku divê bi heman awayî kar pêşde here û xeta têkoşîna aştiyane bi heman rengê şaristanî yê ku PKKya terorîst û amûrên wê jê aciz dibin bidomînin û destnîşan kir ku ev astengkirina berdewam ji karê Encuman re ne tenê ji bo tirsandina raya giştî û endam û kadroyên Encûmenê ye, lê belê armanca demdirêj ew e ku alîgirên Encûmenê jî dijî wan bi heman şêwazê derkevin û ew jî bi mekanîzmaya rewakirina êrîşên xwe re mijûl bibin.
Beşar bal kişand ser rewşa herêma Efrînê û vegera berdewam a malbatan ji Heleb, Beyrût û Tirkiyê bo warên wan û bal kişand ser giringiya berdewamiya pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê re, û di heman demê de rola saziyên xêrxwazî û di serî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ya zû xizmetguzariyên xwe pêşkêşî herêmê kirin, bilind nirxand.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî her wiha bi nûnerê wezareta derve ya Fransayê bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê Fabrice Deplechan re hevdîtin pêk anî û behsa rewşa dijwar a aborî ya xelkê herêmê her weha berdewamiya revandina zarokên temen biçûk ji aliyê milîsên PYDê ya terrorist ve kirin.
Beşar ji Fransayê xwest ku roleke erênî bilîze bi sepandina fişaran li ser van milîsan ji bo rawestandina revandin û leşkerkirina zarokan, û tekez kir ku siyaseta terorîstî ya ku ji aliyê milîsên PYDê ve bi rêya destekên wê yên çekdar û hêzên ewlekariyê re tê meşandin, herêmê ji ciwanên xwedan enerjî ên ku Karin alîkar bin di geşepêdana deverê de di warên siyasî û çandî û abûrî de vala dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî