Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, teqîna terorîstî ya ku xaleke pişkinînê ya polîsên leşkerî li bajarê Ezazê li gundewarê parêzgeha Helebê kir armanc û di encamê de 9 sivîl hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn şermezar kir.
Beşar bal kişand ser wê yekê ku polîsên leşkerî û saziyên din ên sivîl bi şev û roj berdewam in ji bo dabînkirina û ewlehiya sivîlan, û ti pêwendiya wan bi şer û cengan re nîne, û tekez kir ku pêwîst e dawî li van êrîşên ku dijî hêminî û aramiyê li herêmê dibin were, û hişyarî ji bo parastina rûmet û mal û milkên welatiyan zêdetir bibe.
Duh çarşemê, êvarî, bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê rûbirûyî êrîşeke terorîstî bû bi rêya kamyoneke bombekirî ku dema li ser xala kontrolê ya “El-Şat” li ser riya darbasbûna bajêr ji aliyê bajarê Efrînê ve hatibû rawestandin teqiya.
Û di heman dema teqînê û karûbarên rizgarkirin û hawarçûna birîndaran de, dever ji navçeyên hevbeş ên rêjîma Esed û çekdarên PYDê yên terorîst ve hat bombebarankirin û vê yekê rewş aloztir kir û ziyan zêdetir kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî