Wezîrê Darayî û Aborîyê di Hikûmeta Demkî ya Sûrî de, Ebdulhekîm El-Mesrî, kevirê bingehîn ji bo avakirina yekemîn navenda bazirganî li bajarê Babê li gundewarê Helebê, bi qebareya 240 dikanên bazirganî danî.
Di çalakiyê de endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem El-Şehabî, serokên encûmenên xwecihî, serokên odeyên bazirganî û nûnerên çalakvanî û sendîkayên dî amade bûn.
Di vê çalakiyê de, Elşehabî tekezî li ser berdewamiya kar ji bo bihêzkirina aboriya xwecihî û peydakirina derfetên kar kir, her weha afirandina jîngeheke guncaw ji bo handana li ser veberhênanê û gerandina çerxa aboriyê li herêmên rizgarkirî, li gorî nêrîna Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo baştirkirina rewşa debara jiyanê û pêşvebirina bakurê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî