Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, komkujiya tirsnak ya rêjîma Esed û milîsên Îranî li dijî sivîlan li bajarokên El-Dehla û Cedîd Begara li gundewarê Dêra Zorê şermezar dike, ku tê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan ji encama bombebarana rasterast li ser malên sivîlan bi topa giran, her weha bombebarana çekdarên PYDê li ser bajarokê El-Bulêl yê keviya rojava ya çemê Ferat ku di encamê de jinek û zaroka wê hatin kuştin û 8 sivîl birîndar bûn şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî giringiyek mezin dide jiyana sivîlan li her deverê û hişyariyê dide ku berdewamiya bêhelwestiya navdewletî di derbarê dosya binpêkirinên mafên mirovan û tawanên cengê li Sûriyê, rê li ber rêjîma Esed û milîsên terorîst û cudaxwaz vedike ku bêtir tawanan li dijî sivîlan pêk bînin.
Hevbendiya Niştimanî bangewaziya xwe ji civaka navdewletî re nû dike da sivîlan biparêze û berpirsên tawanên şer, tawanên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rêjîmê û alîgirên wê û rêxistinên terorîst ve siza bike, û tekez dike ku deriyê çareserîyê li Sûriyê bi cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên 2118 (2013), 2254 (2015), û pêkanîna hêviyên Sûriyan yên azadî, dadmendî, demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9ê tebaxê, 2024