Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hadî El-Behra, Serokê Desteya Danûstandinên Sûriyê Bedir Cemûs û serokê hikûmeta demkî Ebdulrehman Mistefa duh pêncşemê bi berpirsê rêveberiya koçberiyê li Tirkiyê Atîlla Toros re li Enqera paytexta Tirkiyê civiyan, ji bo gotûbêjkirina pirsên penaberên sûrî û rêyên pêşxistina siyaset û yasayên girêdayî wan.
Ji aliyê Tirkiyê ve, Rêveberê Giştî yê peywendiyan di rêvebriya Koçberan de Dr. Yaşar Aksanyar û Rêveberê Giştî yê Parastina Navdewletî Bayram Yalinsu di civînê de beşdar bûn, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hejmarek xalên giring pêşkêş kirin ku nerînekên berfireh bo baştirkirina şert û mercên penaberên Sûrî tê de hebûn, û giringî da bihêzkirina mafên penaberan ên yasayî û parastina wan ji her kiryarên ku bandorê li aramiya wan dikin, herwiha tekezî li ser giringiya pêşxistina siyasetên hêsankirina tevlîbûna Sûriyan di nav civaka Tirkiyê de û rûbirûbûna kêşeyên di vê çarçovê de kir.
El-Behra tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên civakî, aborî û qanûnî yên penaberên Sûriyê kir, û pêwîstiya kêmkirina cudahiyê di mal û milkên kesane de, ji bo nehiştina gefên ewlehî yên ji aliyê hin kesên ku bandora gotinên nijadperestî li wan bûye, û dosyaya karûbarên îdarî û rêxistinî yên kar û barên sûriyên li ser xaka Tirkiyê bi rêkûpêk dike, bi awayekî ku beşdariyê di pêwendiya erênî ya penaberên sûrî di nav dewleta Tirkiyê de bike û dûrketina ji şaşiyên ku di vê çarçoveyê de rû didin ji bo dabînkirina mafên penaberan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser giringiya dûrxistina Sûriyan ji pirsgirêkên siyasî yên navxweyî, û karkirina bi hev re ji bo rûbirûbûna gotinên nefretê belav dikin û kiryarên nijadperestî yên ku ji hêla hin kesên xwedan bandor li ser platformên medyaya civakî têne belav kirin, her weha pêşniyar û nerîn hatin pêşkêşkirin ku têkilî û rewşa qanûnî ya penaberên Sûrî li Tirkiyê xurt dike, û hêsankirina rêşûnên seredana malbatên sûrî bo Sûriyê, û karkirina ji bo piştgirîkirina komîteyên pêwendîdar bi karûbarên penaberên sûrî di vî warî de û lidarxistina civînên rolane.
El-Behra spasiya dewleta Tirk kir li ser ku bi salên dirêj mêvandariya penaberên Sûrî kiriye, û piştgiriya wê ji gelê Sûriyê û biryarên navdewletî re yên ku dê daxwazên Sûriyan pêk bînin û aramî û ewlehî û aştiyeke berdewam li Sûriyê peyda bike, bi taybetî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî.
Ji aliyê xwe ve, serokê karûbarê koçberan tekezî li ser pabendbûna Tirkiyê bi berdewamkirina hewlên xwe ji bo baştirkirina rewşa qanûnî û jiyanê ya xelkê Sûriyê kir û tekezî li ser wê yekê jî kir ku pêwîste şêniyên Sûriyê pêbendî yasa û rêzikên parastina demkî bin û pêwîstiya pabendiya wan bi nûkirina datayên xwe , nemaze navnîşanên bicîbûnê, û ji bo bihêzkirina hevkariya hevbeş ji bo dabînkirina jîngehek aramtir û ewle, û her du aliyan tekezî li ser berdewamiya diyalog û hevahengiya di navbera hev de kirin ji bo peydakirina çareseriyên mayînde yên ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî û bidestxistina berjewendiyên hevpar ên her du welatan dibe alîkar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî