Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehma, berdewamiya tawanên hovane yên Israîlê li dijî sivîlan li Xezaya Filestînê û pêkanîna”komkujiya berbangê” roja şemiya borî ya bêtir ji 100 kesî tê de şehîdî ket şermezar kir.
Rahma got:”Civaka navneteweyî bi hevbeşiya dewleta Îsraîlê berpirsyarên komkujiya dibistana El-Tabî’în in, ya ku koçberên li rojhilatê Xezayê tê de bûn û 100 kes ji wan şehîd ketine. Û Rehma hişyarî da ku bêdengiya civaka navdewletî û negirtina tedbîrên bibandor ji bo parastina sivîlan dê bibe sedema bobelat û komkujiyên zêdetir, ji ber ku hêzên tawankar êdî ti rêgiriyek navdewletî nabînin û me ev tişt li Sûriyê jî bi heman şêweyî dît.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê tekezî li ser mafê gelê Felestînê yê jiyana serbixwe û ewle û rûmetdar di dewleta xwe ya paytexta wê Qudus be de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî