Hêzên Rêjîma Esed taxên nişteciyan yên bajarê Sermîn, li rojhilatê Idlibê, bi êrîşên mûşekî armanc kirin, di dema ku xelkên bajêr derketin kolanan piştî erdheja ku sêşema borî bi şev li Sûriyê çêbû.
Sekreterê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ebdulbasît Ebdulletîf, tekez kir ku ev tawanên hovane yên ku xelkê dikin armanc, di dema rûdana karesatên xwezayî de jî, nayên famkirin û şirovekirin û got: “Em rûbirûyî tawanekî ku rehm di dilê wî de tune ye ne, her derfetê bikar tîne ji bo bêtir mirovên bêguneh ên ku red dikin di bin desthilatdariya wî de bimînin bikuje.”
Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku civaka navdewletî van salixên xirab ên rêjîma Esed nas dike, û tiştekî ku li ser danasîna tawanên wê zêde bike tune ye, û ew dibîne ku tiştê ecêb ne nekarîna sizadana rijêmê ye, lê ya ecêb ew e ku civaka navdewletî hewl dide çavên xwe ji tawanên rêjîmê bigire û têkiliyên xwe pêre normal bike.
Ebdulletîf tekez kir ku gelê Sûriyê di şoreşa xwe de berdewam e û hemû şêweyên asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re red dike, û kar ji bo rûxandina rêjîma Esed û bidestxistina azadî û rûmeta xwe li gorî biryarên navdewletî yên têkildar bi karûbarên Sûriyê ve dike, bi taybet Daxuyanîya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî