Daxuyaniyeke behîdariyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi xemgîniyeke mezin şîna parêzerê Sûrî Elî Îbrahîm El-Selxadî radigihîne, piştî nexweşiyeke demdirêj, li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê, piştî ku ew penaberî wir bû li pey koçberbûna ji Deraayê di sala 2018an de.
Dema Deraa hate rizgarkirin, bû parêgarê wê. Paş re bû serokê şaxê “Sendîkaya Parêzerên Azad” li Deraayê. Berî ku rejîma Esed bajarê Derayê kontrol bike, çû bajarê Gazîentabê. El-Salxadî bi helwestên xwe yên şoreşgerî yên hêja û neguhêriya pabendiya bi piransîpên şoreşê navdar bû, û daxwaza yekrêziya Sûriyan ji bo pêkanîna armancên şoreşê dikir.
El-Selxadî ji bajarokê El-Neîma yê gundewarê rojhilatê Deraayê ye, yek ji kesayetiyên navdar û bibandor li wê parêzgehê ye.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbat û kesûkarên El-Salxadî dike, rehma xwedê jê re dixwaze, hêviya sebr û semaxê ji xizmên wî re dike .
Em ji Xwedê re ne û em ê li bal Wî vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan
14 tebax 2024