Milîsên terorîst ên PYD`ê ciwanek ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê û jinek ciwan ji bajarê Amûdê li gundewarê Qamişlo revandin û birin kampên leşkeriya neçar.
Malpera “ARK News” got ku çekdarên PYDê yên terorîst roja duşema borî jineke kurd a 20 salî li bajarê Amûdê yê gundewarê Qamişlo ji mala wê revand û bir kampên leşkeriya neçar.
Malperê amaje bi wê yekê kir ku van milîsan bi awayekî hovane li hemû endamên malbata Ebdulbarî Teter dan, di nav de xanim Fatima Şêxa, dayika jina ciwan.
Li gor agahiyan jina ciwan di 14 saliya xwe de ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve hatibû revandin û ew di nav refên Yekîneyên Parastina Jinê de bû û piştî 6 salan biryar da ku vegere nav malbata xwe.
Herwiha çekdarên PYDê yên terorîst di 10ê tîrmehê de zarokê bi navê Mihemed Mistefa Sîdo yê jidayikbûyê 2009an e ji taxa Şêx Meqsûd li Helebê revandin û birin kampeke leşkerîya neçarî.
Malbata zarok ji navçeya Bilbilê ya gundewarê bajarê Efrînê ye û li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bicî bûye.
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî tekez kir ku cihê matmayînê ye ku tawanên milîsên PYDê yên terorîst berdewam in û hîn jî piştgirên wan alîkariyê didin wan, û bal kişand li ser pêwîstiya danîna sînorekî ji van milîsan re û rawestandina tawanên wan li dijî sivîlan.
Û tekezî li ser pêwîstiya hilgirtina berpirsiyariyê kir ji bo parastina sivîlan û bidawîanîna sivkatiya bi jiyana wan û rawestandina piştgiriya van milîsên hov.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî