Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya ya Sûrî, îro pêncşemê civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosyaya Sûriyê de gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra axaftinek kir derbarê civînên Desteya Danûstandinan a Sûrî yên ku di rojên sêşem û çarşemê de hatin lidarxistin û tê de nirxandineke siyasî ji qonaxa berê re kir, û karê ji bo daraştina stratejiyekê ji qonax bê re ku riya karûbarê desteyê nîşan dide di heman demê de berdewamiya hewlên wê ji bo xurtkirin û kûrkirina peywendiyan bi civaka Sûrî û hêzên wê yên zindî re.
El-Behra behsa peywendiyên berdewam bi aliyê Tirkî re derbarê başkirina rewşa penaberên Sûriyê li Tirkiyê û karkirina bi hev re ji bo çareserkirina rewşa wan ya yasayî kir.
Amadebûyan guh dan raporteke meydanî ya fraksyona leşkerî derbarê dawîn pêşhatên meydanî li ser berdewamiya hewildanên milîsên PYD ji bo derbasbûna nav navçeyên rizgarkirî, û rola Artêşa Niştimanî ya Sûriyê di rûbirûbûna wan de, ji bilî tawanên ku ji aliyê hêzên rêjîmê ve li dijî sivîlan, çi bi rêya mûşekan an topan û dronên xwekuj be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî