Desteya Danûstandinan a Sûrî civîna xwe ya asayî li rojên sêşem û çarşemê 13 û 14ê tebaxê li bajarê Cinêvê yê Swîsra lidar xist, têde rewşa gelê Sûriyê, pêşhatên herêmî û navdewletî û bandora wan li ser dosya Sûriyê gotûbêj kirin.
Desteyê di daxuyaniya xwe ya dawî de hişyarî ji alozbûna rewşê li herêmê dan, ji ber ku ew yek wê bihêle dever ber bi şerekî wêrankar de biçe û bandora wê li ser Sûriyê û kêşeya wê dê hebe.
Desteyê diyar kir ku wê qonaxa siyasî ya berê di bin çavan re derbas kir, û hewlên endaman di danûstandina bi civaka Sûriyê re di hemû beşên wê de, û awayên danûstandinê bi welatên herêmê û hêzên navdewletî yên din re, di riya xwendineke bi zanebûn ji guhertinên navçeyî û navdewletî re gengeşe kirin, ji vegera rejîmê bo Komkara Erebî, heta bi daxuyanî û helwestên vê dawiyê yên Tirkiyê û helwestên hin welatên Ewropî û bandora wan li ser proseya siyasî û şêweyê qonaxa bê û kêşeyên ku dibe rûbirûyê gelê Sûriyê û pirsa wî bibin û mîkanîzma danûstandinê bi wan re, û bi vî awayî stratejiya qonaxek ku riya karûbarê desteyê diyar dike û di heman demê de berdewam e di hewlên xwe de ji bo xurtkirin û kûrkirina peywendiyan bi civaka Sûriyê û hêzên wê yên zindî re.
Komîsyonê di daxuyaniya xwe de amaje bi têkçûna destpêşxeriyên berê kir, yên ji bo bidestxistina pêşketinekê di proseya siyasî de yan jî baştirkirina rewşa gelê Sûriyê, ku dibe çarenivîsa destpêşxeriyên niha jî yên ku bi yên berê re hevaheng in heman çarenivîs be, di dema ku rejîm serê xwe hişk dike û daxwazên gelê Sûriyê red dike û berjewendiyên milet li ber çavan nagire.
Desteyê tekez kir ku pîvana serkeftina her destpêşxeriyekê bi karîna wê ya cîbicîkirina biryara Navdewletî 2254 bi gotin û naveroka wan re ye ji bo bidestxistina veguhestina siyasî bi awayekî ku îradeya Sûriyan ji bo guhertineke tam û giştgîr pêk bîne, ji bo vê yekê jî pêwîst e hêzên navçeyî û navneteweyî li gorî rojeveke diyar û zelal piştgiriyê bidin hewlên Neteweyên Yekbûyî di cîbicîkirina vê biryarê de.
Desteyê herwiha tekezî li ser mijara penaberên Sûriyê û azarên wan li welatên penaberiyê kir û cextî li ser pêwîstiya jinavbirina bêedaletiya li ser wan tê sepandin û parastina wan ji serederiya cuda, êrîş û kiryarên nijadperestî û tundrewî kir, heta ku şert û mercên siyasî, aborî û ewlehî bên dabînkirin û vegera wan a bi dilxwazî bo war cîhên wan bi rêya cîbicîkirina tam ji hemû bendên biryara navdewletî 2254 re pêk were.
Desteyê herwiha amaje bi serneketina hemû destpêşxeriyên berê yên ji bo çareserkirina kêşeya girtiyan û kesên bi darê zorê wenda bûne di aliyên wê yên mirovî, netewî û siyasî de weke tedbîreke avakirina baweriyê kir, û tekez kir ku pêwîst e rêjîm bê şert û merc girtiyan azad bike û çarenûsa kesên winda eşkere bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî