Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmelîk Ebûd, civînek li bajarokê Besûta yê gundewarê Efrînê bi nûnerên Kombûna Ciwanên Şoreşger ên Efrînê û nûnerên Yekîtiya Xwendevanên Efrînê re li dar xist û bi wan re mijarên girêdayî rewşa siyasî û awayên hevkariyê bi saziyên fermî re ji bo baştirkirina rewşa jiyana şêniyên herêmê gotûbêj kirin.
Ebûd şiroveyek derbarê pêşhatên siyasî û helwesta Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinan a Sûrî ji helwestên navdewletî yên cuda hember dosya Sûriyê pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya pabendbûna bi şoreşa Sûriyê û hêviyên Sûriyan ji bo bidestxistina azadî û dadwerîyê û şerê dijî rêjîma Esed a tawankar û rizgarkirina xakê ji rêxistinên terorîst kir.
Herwiha tekezî li ser pêwîstiya hevgirtin û hevkariya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de kir, daku bikaribin şerê rêxistina terorê PYDê bikin û yekbûna xaka Sûriyê û gelê wê biparêzin û rê li ber hewlên bikaranîna kurdan, ku beşekî resen ên tevna civakî ya Sûriyê ne, were girtin.
Û behsa pêwîstiya xurtkirina pêwendî û hevahengiya di navbera nûnerên kurdan bi hemû saziyan re hat kirin, bi taybetî bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî re, ya kar ji bo piştgiriya gelên herêmê dike da karibin zêdetir kar û barên xwe bi rê ve bibin û alîkariya wan di çareserkirina hemû pirsgirêkan de bikin, û ev yek dihêle xelkê herêmê bêhtir vegerin ser mal û gundên xwe.
Kesên amade li ser awayên piştgirîkirina dosyayên xizmetguzarî û aborî yên ku alîkariyê di başkirina rewşa jiyana niştecihên herêmê de dikin rawestiyan, bi taybet dosya çandiniyê ku beşeke berfireh ji Kurdên Efrînê sûdê jê werdigirin, herwiha îmkana dabînkirina hêsankariyan di warê pîşesazîyê de ya ku dever pê navdar bû. Ebûd tekezî li ser piştgiriya tevaya daxwazan û karkirina ji bo pêkanîna wan li gel hemû dezgehên fermî kir, da gevên pratîk ji bo xizmeta xelkên deverê werin avêtin.
Beşdaran bal kişand ser gavên çaksazkirinê yên ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve li herêma Efrînê tên avêtin, ku dibin alîkar ji bo guhertin û baştirkirina rewşa herêmê, piştî ku gelek serkirde û endamên ku ziyan gihandine pêkhateya kurd radestî dadgehan bûn û ji kar hatin dûrxistin, û pêwîstiya şopandina berdewam ji rewşa deverê re ji bo nehiştina pêkhatina binpêkirinan.
Li ser mijara belavbûna madeyên hişber rawestiyan, ku bûye metirsiya herî mezin ji hemû navçeyên rizgarkirî re, û pêwîstiya rûbirûbûna wê bi rêya dezgehên taybetmend ji bo parastina ciwanên deverê, û hewlên Artêşa Niştimanî ya Sûrî bi hevkarîya li gel dezgehên ewlekarî bo rûbirûbûna bazirganiya madeyên hişber û bikaranîna wan gengeşe kirin û behsa gelek operasiyonên ewlekarî di vê derbarê de kirin.
Endamê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya xwendina li zanîngehan kir, ji ber hewcedariya herêmê bi kadroyên zanistî ku bikarin di rêveberiya herêmê de beşdar bibin, û bal kişand ser hebûna pirojeyekî mezin ji bo piştgiriya ciwan û xwendekarên zanîngehan û dabînkirina pêdiviyên wan ên darayî ji aliyê dayîna xerca tomarkirina li zanîngehê, dabînkirina xizmetguzariyên pêwîst ji bo xwendekaran, û peywendiya bi dezgehên asayişê re ji bo hêsankirina çûnûhatina xwendekaran û dabînkirina parastina tam ji wan re di dema çûn û hatina wan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî