Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî El-Behra silavek serbilindî û pesindariyê pêşkêşî xelkê parêzgeha Siwêdayê kir bi helkefta derbasbûna salekê di ser destpêka serhildana wan a mêrxas û aştiyane re, û tekez kir ku ev serhildan ji destpêkê ve wek nimûneyekî ji redkirina sîstema stemkariyê re bû ya ku li ser bingeha kuştin, neheqî û gendeliya ku gelê Sûriyê bi dehsalan desrdeseriya wê kişandine.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku gelê Siwêdayê bi berpirsyarî û mêrxasî nimûneyek balkêş ji bo berdewamiya şoreşa aştiyane ya ku di sala 2011an de dest pê kiriye ji bo bidestxistina veguheztineke siyasî ya tam ber bi demokrasiyê ve pêşkêş kir, û tekez kir ku daxwazên şoreşgeran di vê serhildanê de bilind kirine li gorî prensîbên azadî, dadmendî û hevwelatîbûna wekhev di warê maf û erkan de ên ku tevaya gelê Sûriyê daxwaza wan dike.
El-Behra tekezî li ser giringiya berdewamiya vê tevgera aştiyane kir, û tekez kir ku pêwîst e civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe ji bo piştgirîkirina daxwazên gelê Sûriyê hilgire ji bo bidestxistina sîstemeke demokratîk ku rêzê li mafên mirovan bigire û dadmendî, ewlehî û aramiyê li Sûriyê pêk bîne li gor biryarên Encumena Ewlekariyê 2254 û 2118, di nav wan de ragihandina Cinêvê.
El-Behra bang li hemû sûriyan kir ku bibin yek û li ser bingeha nirxên şoreşê yên dadmendî, azadî û rêzgirtina li rûmeta mirovî tev bigerin û xwe ji her cureyê tundiyê û tundrewiyê dûr bixin, û ji bo avakirina pêşerojeke geş ji welatê me re bixebitin.
Bi vê helkeftê El-Behra silavên xwe pêşkêşî gelê Siwêdayê yê azad û her kesê ku piştevaniya vê tevgerê kirine û di pêkanîna armancên wê yên pîroz de beşdar bûne kir, û tekezî li ser berdewamiya têkoşînê heta pêkanîna hemû daxwazên ku gelê Sûriyê qurbanî bo wan dane kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî