Girûpa Kar a Partî û Şepêlên Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, duh duşemê, civîneke rawêjkariyê ji aliyên niştimanî yên Sûriyê re, bi amadebûna fîzîkî û di riya tora enternêtê re, lidar xist, ji bo pevguhertina nêrînan derbarê pêşhatên siyasî û meydanî li herêmê û gengeşekirina metirsî û derfetên tên texmînkirin ku peyda bibin, bi armanca berferehkirina beşdariya di biryardana neteweyî de.
Civîn bi beşdarbûna van van kesan li dar ket: Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, cîgirên serok Ebdulmecîd Berekat û Dîma Mûsa, sekreterê giştî Heysem Rehma, hevrêzkarê girûpê Mihemed Elî Îsa û hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî yên zêdetir ji 30 partî, dezgehên giştî, komên siyasî û sendîkayên ku bi armancên şoreşê û daxwazên gelê Sûriyê ber bi dadperwerî, azadî û demokrasiyê ve bawer in.
Di destpêka civînê de serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra derbarê dawîn pêşhatên meydanî û siyasî li deverê axaftinek kir, tê de behsa bandora êrişa li ser Xezze û Libnanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku nîşanên zelal hene li ser îhtîmala berfirehbûna şer ber bi Sûriye, Îraq, Yemen û Îranê de û ji berî çend mehan ev welat di çarçoveya operasyonên leşkerî de ne, di encama kontirolkirina rejîma Îranê ji wan re û stratejiya Îranê ya li ser bingeha belavkirina alozî û gurkirina nakokiyan li derveyî navçeyên wê û li ser hesabê xwîna wan welatan û welatên din ava dibe, ji bo ku bala dijberên xwe derbixe, piştre behsa bandora vê yekê li ser navçeyê û hevbendî û hevbendiyên navdewletî şirove kir, û dît ku ev yek biryarekê nîşan dide ji bo kêmkirina hejmûna Îranê li herêmê.
El-Behra behsa bandora hilbijartinên dahatî yên Amerîkayê kir, û got ku welatên herêmê hewl didin siyasetên xwe bişopînin li gor ku wê kî di hilbijartinan de bi ser bikeve, her weha li gor encamên kêmkirina hejmûna Îranê li navçeyê û bandora vê li ser pêşeroja wan.
Di dema ku amadebûyan hejmarek ji pêşniyar, pirs û ramanên ji bo gotûbêjê pêşkêş kirin, di nav de lidarxistina komxebatan ji bo lêkolînkirina çawaniya bilindkirina pêşîniya çareseriya siyasî li Sûriyê di nav lîsteya qeyranên navdewletî de, û tekezî li ser giringiya danûstandina bi saziyên navdewletî re ji bo piştevaniya pirsgirêka Sûriyê kirin.
Beşdaran li ser lidarxistina komxebatan bi fraksyonên siyasî û partiyên Sûriyê re axivîn, her weha demdirêjkirin û rolanebûna civînên girûpê gotûbêj kirin, da ku mekanîzmayên wergirtina biryarên siyasî berfirehtir bibin, û li ser awayên berfirehkirina endamtiya girûpê bi danûstandinê û vexwendina endamin din da partî û tevgerên siyasî beşdarî civînên tên bibin rawestiyan.
Beşdaran tekezî li ser giringiya tevkariyê kirin nemaze di van şert û mercên dijwar de, ku dibe hevsengiyên navçeyê û yên navdewletî werin guhertin, û cext li ser giringiya sûdwergirtina ji van guhertinan ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê kirin, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê.
Herwiha amadebûyan tekez kirin ku gelê Sûriyê yek gel e, hîn jî li dijî rêjîma Esed, milîsên terorîst û welatên ku piştgiriya wê dikin dixebite, ji bo bidestxistina daxwazên xwe yên dadperwerî, azadî û demokrasiyê û parastina yekîtî û serxwebûna û serweriya Sûriyê û derkirina milîsên mezhebî yên Îranê û milîsên Hizbullah yên terorîst.
Wan tekez kir ku gelê Sûriyê yek milet e, bi nijad, mezheb û olên xwe yên cihêreng ve, û hemû şêweyên parçebûnê û desthilatên niha yên defakto red dikin, û dixwazin dewleteke demokratîk li ser sîstemeke siyasî ya pir-partî ava bikin, ku tê de dadwerî û wekhevî serdest bin, û k derfetan ji bo hemû gelê xwe di jiyanek şayist û paşerojek dewlemend de peyda bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî