Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî derbarê pesendkirina projeya biryara (A/HRC/57/L.11) derbarê rewşa mafên mirovan li Sûriyê di xula 57mîn ya civînên Encûmena Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî de, tekez dike ku erkê civaka navdewletî ye ku proseya siyasî li Cinêvê aktîv bike, ji ber ku koka sedemên trajediya mirovî li Sûriyê siyasî ye, û ji bo çareseriya wê pêwîstî bi rûbirûbûna rehên wê heye, ne tenê nîşanên wê, û ev e ya ku mafên mirovan li Sûriyê garantî dike, bi taybetî piştî ku biryarê piştrast kir ku rêjîma Esed heta îro berdewam e di binpêkirina yasayên navdewletî û yasayên mirovî yên navdewletî de, bi rêya berdewamkirina êrîşên li ser sivîlan ji aliyê hêzên wê û hêzên alîgirên wê ve, û bûyerên girtin û windakirina bi zorê bi rêya hêzên wê yên ewlekariyê.
Tundûtûjiya di girtîgehên rêjîma Esed de, bi taybetî li dijî zarokan û derdeseriya sivîlan ji ber êrîşên wê yên pir û bêserûber bi çekên qedexekirî û gelek binpêkirinên belgekirî, civaka navdewletî daniye hember rastiya ku pêwîstî bi cîbicîkirina erkên wê yên yasayî heye, her weha kirina karekî bibandor ji bo giheştina çareseriyekê bi rêya cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 (2013), û bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo gihiştina dewleteke azad û demokratîk ku dadperweriyê pêk bîne, rêzê li mafên mirovan bigire û hemwelatiyên wê jiyanek ewle û birûmet li gor qanûnê bijîn.
Hevbendiya Niştimanî pêşwaziyê li biryara Encûmena Mafên Mirovan dike, ya têde tekez kiriye ku Sûriyê hîn ji bo vegera penaber û awareyan ne ewle ye, herwiha tekez dike ku rewşa mirovî ya xirab ya ku nîşan daye, pêwîstiya wê bi biryarên gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên ku heq dikin heye, bi taybetî bi berdewamiya bandorên bobelata erdheja (Sibata 2023) sala borî re, her weha êrîşên asmanî û topbaran û mûşekbarana rojane ji aliyê rêjîmê û alîgirên wê ve, her weha zêdebûna hejmara penaberên ku ji Libnanê vedigerin hin deverên ku hîn ew dijminkarî lê pêk tên, û kêmbûnek berdewam di qebareya alîkariyên mirovî de heye û hin ji wan nema ne, ku pêwîstî bi bersiveke lezgîn û bilez a navdewletî heye ji bo rizgarkirina bi milyonan Sûriyên ku li ber xwe didin li dijîn metirsiyên berdewam li ser jiyana wan ji aliyê rejîmê û alîgirên wê ve.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin Û Peywendiyan
15 cotmeh 2024