Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, duh pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, têde pêşhatên meydanî û rewşa siyasî li herêmê û Sûriyê, bi taybetî rewşa aloz a niha û berfirehkirina şer û pevçûnên leşkerî li herêma Rojhilata Navîn û Sûriyê û bandora wê li ser Sûriyê gotûbêj kirin.
Di civînê de amadebûyan çend raporên siyasî yên derbarê berfirehbûna şer li Rojhilata Navîn û metirsiyên wê û berfirehkirina operasiyonên leşkerî yên Israîla dagîrker ber bi Libnan û Sûriyê de gengeşe kirin.
Desteya siyasî şermezarkirina xwe bi tundî diyar kir hember armanckirina sivîlên Libnanî û Sûrî li Libnanê, ku bandor li bi dehan ji wan bûye, û pêwîstiya parastina wan di demekê de ku rêjîma Esed tenê wek temaşevanekî li tevaya bûyeran maye, û ew bû ku di tevaya dema desthilata xwe de digot ku ew li dijî dagîrkeriyê berxwedanê dike.
Herwiha amadebûyan raporta ku ji aliyê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran ve hatiye pêşkêşkirin ya derbarê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û birrîna hemû rêyên piştevanî û alîkariyên mirovî ji ser wan ji encama siyasetên cudakarî yên hikûmeta Libnanê û û fermanên wê yên rêveberî gotûbêj kirin. Ku rewş gihaye wê astê ku nehêlin rêxistinên herêmî, sûrî û navneteweyî û saziyên civaka sivîl ên ku li Libnanê cî ji penaberan re dabîn bikin, û belavkirina alîkariyên xwarinê û pêşkêşkirina her cure guhdana pizîşkî, tevî xizmetên ambulansê ji, ji ser wan qedexe kirine.
Û Girûpên Kar ên taybetmend hatin erkdarkirin ku peywendiyê bi saziyên navneteweyî yên berpirsyarên guhdana penaberan re her weha bi nûner û şandên welatên xwedî bandor re bikin, da ji bo rawestandina van siyasetên cihêkarî yên ku wek tawanên li dijî mirovahiyê tên dîtin kar bikin.
Herwiha biryar hate dan ku di heman rojê de êvarî civîneke awarte ya Girûpa Karûbarê Penaberan li gel hejmarek ji rêvebirên rêxistinên sûrî û libnanî û çalakvanên Libnanî û sûrî yên li Libnanê re bi rêya înternêtê were lidarxistin, ji bo rewşa dawî ya penaberan gotûbêj bikin û planeke awarte ya lezgîn ji bo çareserkirina rewşa wan re bibînin.
Beşdaran pêwendî bi fermandarê polîsê leşkerî li Cerabulusê re kirin ji bo zanîna rewşa penaberên ku gihîştine dergehê Ewn El-Dadat li nêzîkî bajarê Cerabulusê, ku ji Libnanê di riya navçeyên rêjîmê û bakurê rojhilatê Sûriyê re hatine û daxwaza vegera Navçeyên ku ne di bin kontrola rejîmê de ne li gundewarê Helebê û Idlibê dikin û hejmara wan gihişte nêzîkî du hezar kes.
Ji aliyê xwe ve Fermandarê Polîsên Leşkerî li Cerabulusê kurte şiroveyek derbarê rewşa wan û amadekariyên derbasbûna wan bi rêya derwaz pêşkêş kir, û desteya siyasî tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina rêkarên derbasbûnê û guhdana wan û dabînkirina ewlehiyê ji wan re kir, her weha veguheztina wan ji bo deverên wan an jî deverên ku xizmên wan lê hene. Û Fermandarê Polîsên Leşkerî tekezî li ser girîngiya bilezkirina rêşûnên kar kir.
Kesên amade li şiroveyên endamên desteya siyasî yên ku di civînên desteya danustandinan de ligel şand û nûnerên welatan de beşdar bibûn di dema karê Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de li dawiya meha borî li New Yorkê guhdarî kirin, ku têde tekezî li ser pêşketinên rewşa herêmê û bandora wê li ser Sûriyê û pêwîstiya kar ji bo aktîvkirina proseya siyasî ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254, her weha veguhestina êş û daxwazên Sûriyan.
Her wiha amadebûyan li raporta Girûpa Kar a Cezîrê Ferat guhdarî kirin, ku tê de behsa serdan û civînên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li herêmên Girê Spî li Reqa û Serê Kaniyê li Hesekê kir. Û di raporê de hat pêşniyarkirin ku xerc û bacê ji ser cotkarên herêmê rakin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî