Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

El-Behra daxwazê li hikûmeta Libnanê dike ku hinekî mirovahî li hember penaberên Sûriyê nîşan bide

October 7, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
El-Behra daxwazê li hikûmeta Libnanê dike ku hinekî mirovahî li hember penaberên Sûriyê nîşan bide

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, ji hikûmeta Libnanê xwest ku siyasetên cudakarî yên li dijî penaberên Sûrî rawestîne ku ew mane di nav bêparkirina ji guhdana pizîşkî û bicihbûn û alîkariyên xwarinê ji aliyekî ve, û operasyonên bombebarankirinê yên Îsraîla dagirker li ser Libnanê ji aliyê din ve, û bang li Serokwezîr Necîb Mîqatî kir ku hindek dilovanî û berpirsiyariya exlaqî li hember penaberên sûrî nîşan bide.

El-Behra ji serokê hikûmeta demkî ya Libnanê Necîb Miqatî re got: “Di nav pêlên daxuyaniyên we yên vê dawiyê de derbarê barê ku Libnan ser milên xwe hilgirtiye ji encama koçberbûna Sûriyan, girîng e ku em rastiyeke eşkere bînin bîra we ku tu paşguh dikî ku rojane bidehhezaran xelkê Libnanê derbasî Sûriyê dibin û xelkê Sûriyê wan pêşwazî dikin tevî ku bobelatên şerê ku ev bêhtir ji deh salan e berdewam e ew westandine.”

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku ev rastiya êşdar a ku îro Libnanî derdê wê ji ber zehmetiyên koçberbûnê dikşînin, li ser hikûmeta Libnanê ferz dike ku hin berpirsiyariya mirovî û exlaqî nîşan bide.

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Libnanî nikare paşguh bike ku milîsên Libnanî, ku rêxistina wan a herî sereke hevpara hikûmetên Libnanî yên li dû hev in e, li gel rêjîma Esed di kuştin, tirsandin û koçberkirina Sûriyan ji malên wan de beşdar bû, û bû sedema yek ji mezintirîn pêlên penaberiyê li cîhanê, û anî ziman ku ev milîs û piştgirên wan hîn jî di kiryarên xwe yên tawankarî de berdewam in, bi riya binpêkirinên xwe yên berdewam li dijî sivîlên Sûriyê di hundirê Sûriyê de bi bombebarankirin û tirsandinê, herwiha xelkê bi zorê koçber dikin û bajarok, gund û taxên wan dagir dikin.

El-Behra bal kişande ser wê yekê ku tevî derbasbûna salan di ser van tawanan re, ti helwestek xwirt li aliyê hikûmetên li dû hev yên Libnanê ve, di nav de hikûmeta niha, derneketiye, û bang li van çekdaran nekiriye ku tavilê ji Sûriyê vekişin û dagîrkirina gund û bajarokên Sûriyê bi dawî bikin, lewra êş û azarên gelê Sûriyê û kirîza koçberkirinê aloz dibe.

El-Behra tekez kir ku berdewamiya bêdengiya li hember van kiryaran, ew e sedema ku îro Libnan kişandiye nav qeyraneke mirovî ya ku ji şiyana wê zêdetir e, bêyî ku hemû Libnanî di vê rûbirûbûnê de biryarekê bidin.

El-Behra got: Kiryarên milîsên Hizbullah tenê qeyranê girantir û dirêjtir dikin û berpirsiyariya dutaq datîne ser milê Libnanê  yek jê hember gelê Libnanê yê zehmetiyan dikişîne, û ya din mercên ku milîsên wê li derveyî sînor tê de beşdar dibin.

El-Behra diyar kir ku derdê ku îro Libnan dikişîne her weha gelê Sûriyê ji 13 salan ve dikişîne, qeyraneke mirovî ya ku ji şiyanên wan zêdetir e, ji encama bêdengiya dirêj a dewleta Libnanê û hikûmetên wê yên li pey hev li hember van tawanên ku Libnan û gelê wê yê bira kişandin vê rewşê.

El-Behra bang li serokwezîrê hikûmeta demkî ya Libnanê Necîb Miqatî kir ku berpirsiyariya xwe hilgire û wijdanê xwe yê mirovî bikar bîne, berî ku êrîşî komên xizanan bike, ew xizanên ku ji ber mirin û wêraniya ku bi ser wan de hat reviyane, û gefan li wan bixwe li herêmên di bin kontrola wê û ya Rejîma Esed û hevalbendên wê, Îran û milîsên Hizbullah a terorîst de ne.

El-Behra matmayîna xwe nîşan da hember ku hikûmeta Libnanê bi fermî daxwaz ji hikûmeta rejîma Îranê nekir ku erkên xwe yên mirovî bigre ser milê xwe û alîkariyê bi penaberên Libnanî re li ser xaka xwe bike bi dabînkirina pireke asîmanî yan bejayî ji bo veguhestina wan. Û bi kêmanî, fînansekirina navendên bicîbûna penaberan û nexweşxaneyên demkî li Libnanê bike ta ku wê pira veguhestinê bikar bîne, ji ber ku ew saziyek ji yên hevbendiya rejîma Îranê û milîsên Hizbullah a terorîst û rejîma Esed e, û ew serdesta biryarên wê ye , ew biryarên ku Sûriye û Libnan xistine mezintirîn trajediya mirovî de.

El-Behra tekez kir ku derbiderbûn ne tiştekî ku mirov ji xwe re hilbijêre, lê belê ew beobelatek e, ji encama neheqî û tundûtûjiya ku wê hevpeymaniya li dijî Sûrî û Libnaniyên bêguneh sepandiye ye.

El-Behra bi tundî tevaya kiryarên leşkerî yên dijmirovî yên ku ji aliyê hêzên Israîla dagîrker ve, an çi hêzên leşkerî yên din ve bin, li dijî sivîlên bêguneh şermezar kirin, û daxwaza rêzgirtina ji serxwebûn û serweriya dewleta Libnanê û garantîkirina yekparçebûna xaka wê û yekbûn û ewlehiya gelê wê kir.

El-Behra bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tedbîrên pêwîst, hişk û bilez bigire ji bo dabînkirina ewlehî û ewlehiya sivîlan bê cudahî li ser tu bingehekê.

Her wiha daxwaza rawestandina siyasetên cudakarî yên ku li dijî penaberên Sûrî tên bikaranîn ji hikûmeta Libnanê kir.

Û daxwaza danîna planeke lezgîn ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres kir ji bo alîkariyên mirovî û yên hawarçûnê û pizîşkî yên lezgîn bo penaberên Sûrî û niştecihên Libnanî yên derbider bûne dabîn bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: LibnanPenaberên Sûrî
Share1TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Desteya Jinên sûrî komxebatek rahênanê ji bo pêşxistina karîna amadebûna medyayî li dar xist

Desteya Jinên sûrî komxebatek rahênanê ji bo pêşxistina karîna amadebûna medyayî li dar xist

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.