Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî ya Sûriyê, pêvajoya şerê li Libnanê û herwiha biryarên ku ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve di bin navê “Hilbijartinên nehînî yên meclisên herêmî”de hatine kirin, gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, şiroveyek pêşkêş kir, tê de behsa encamên civînên rolane yên desteya danûstandinan a Sûrî ku di navbera 17 û 20 heyva mijdarê de li bajarê Cinêvê yê Swîsra hatin lidarxistin kir, û endamê desteya siyasî Ehmed El-Seyid Yûsif beşdarî di şirovekirina hûrgilyên civînê de kir.
El-Behra behsa encamên peywendiyên Hevbendiyê yên berdewam bi aliyên navdewletî re derbarê mijara penaberên Sûriyê yên li Libnanê û yên ji ber operasyonên leşkerî yên Îsraîla dagirker ên dijî Libnanê reviyane Sûriyê kir.
Beşdaran bandora texmînkirî ya şerê Libnanê li ser Sûriyê û çarenivîsa Sûriyên ku ji Libnanê ber bi deverên di bin kontrola rêjîmê de direvin û bandora wê li ser siyasetên Yekîtiya Ewropî yên derbarê Sûriyê gotûbêj kirin.
Di civînê de amadebûyan rewşa şer li Libnanê û texmînên belavbûna wê li welatên din ên herêmê gotûbêj kirin, bi taybetî ku milîsên mezhebî yên Îranê axa Sûriyê bi alîkariya rêjîma Esed bi kar tînin.
Hevrêzkarê Girupa Kar a Cezîre û Ferat, raporek li ser encamên civîna dawî ya Girûpê pêşkêş kir, ya ku tê de mijara destnîşankirina rêvebirên encumenên xwecihî yên ku ji aliyê hêzên defakto ve di bin navê “hilbijartinên nehînî” de hatin kirin, piştî ku paşxistina wan ragihandibûn, û redkirina gel û ya navdewletî ji wan re ji ber ku ji aliyê hêzên terorîst ên bi kotekî dest danîne ser deverê tên pêkanîn, û derveyî tiştên ku di proseya siyasî ya biryara 2254 de hatine, gotûbêj kiribûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî