Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duh, pêncşemê, pêşwaziya şandeke pilebilind ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir, ji bo tekezkirina li ser kûrahiya pêwendiyan û giyanê niştimanî yê di nav pêkhateyên gelê Sûriyê de, yên ji encama hevbeşiyên niştimanî û yekbûna xebatê ne ji bo sivikkirina êş û azarên sûriyan û bidestxistina mafên wan ên rewa yên dadmendî, azadî û demokrasiyê.
Şande ji aliyê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, Serokê Hikûmeta Demkî ya sûrî Ebdulrehman Mistefa, Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehma, Cîgirê Serok Ebdulmecîd Berekat, Sekreterê Desteya Siyasî Ebdul Basit Ebdulletîf û endamê desteya siyasî Enes El-Ebdeh hat pêşwazîkirin.
Û şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji Serokê Encumenê Silêman Oso, endamê desteya serokatiyê Mihemed Ismaîl, serokê Komîteya Pêwendiyên Derve Kamîran Haco, Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Beşar û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Zuhêr Mihemed pêk dihat.
Amadebûyan tekezî li ser giringiya civînên rolane û hevrêzkariya berdewam di mijarên hevbeş de kirin, bi taybetî di rewşên krîtîk ên herêmî û navdewletî de û serederiya bi mafên siyasî yên dema dahatî re û karkirina bi hev re ji bo aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Di civînê de amadebûyan behsa derfetên texmînkirî kirin piştî hatina rêveberiya nû ya Amerîkayê û nêrînên wê derbarê herêmê, di dema ku daxuyaniyên tekezîyê li ser pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û bidawîkirina şer û pevçûnan dikin tên dan.
Amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna civaka navdewletî bi sozên xwe yên derbarê Sûriyê li ser astên siyasî, yasayî û alîkariyê kirin, nemaze piştî zêdebûna êş û azaran û pirbûna hejmara kesên hewcedar û hatina zivistanê, herweha piştgiriya penaberên Sûrî yên ku ji Libnanê direvin, şopandina rewşa wan û rêgirtina li tawanên rejîmê li dijî wan, û careke din tekez kirin ku vegera bi dilxwazî, ewle û bi rûmet a penaberan bi bidestxistina çareseriyeke siyasî û peydakirina jîngeheke ewle û bêalî ve girêdayî ye.
Herwiha amadebûyan tekezî li ser giringiya kar ji bo bihêzkirina rêveberiyeke hişmendane li navçeyên rizgarkirî kirin, û alîkirina Hikûmeta Demkî ya Sûrî ji bo pêkanîna erkên xwe yên baştirkirina şert û mercên jiyanê, ewlehî, rêverbirî û xizmetguzariyê, û handana li ser berhemdan û veberhênanê û peydakirina derfetên kar ji ciwanan re da karibin li cîh û warên xwe bimînin li şûna ku derbider bibin an birevin welatên din.
Herwiha amadebûyan tekezî li ser berdewamiya bihêzkirina desthilata dadweriya serbixwe û cîbicîkirina serweriya yasayê kirin, ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê li navçeyên rizgarkirî û rêgirtina li binpêkirin û zêdegaviyên takekesî û dabînkirina rewşa guncaw ji bo vegera bi dilxwazî,ewle û rûmetar a derbider û penaberan bo dever û warên xwe.
Beşdaran piştgiriya xwe ji tevgera aştiyane ya li parêzgeha Siwêydayê ya ku ketiye sala xwe ya duyemîn de nîşan dan, û daxwaza berdana girtiyan, eşkerekirina çarenivîsa windayên bi darê zorê û pêkanîna çareseriyeke siyasî bi riya cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 û avakirina dewleta hemwelatîbûna wekhev di maf û erkan de, dewleta serweiya yasayê li ser bingeh û pîvanên demokrasî û firehalîbûna siyasî ya ku mafên tevaya gelê xwe dabîn dike û azadî û rûmeta wan diparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî