Hevrêzkarê Desteya Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdil Ehed Stêfo, pêşwazî li daxuyaniyên Fransî kir yên tekezîyê li ser pabendbûna Ferensa bi cîbicîkirina daxwazên gelê Sûriyê û pêkanîna biryara navdewletî ya 2254 dikin, û daxwaz ji welatên din yên Yekîtiya Ewropî kir ku li ser helwestên xwe yên derbarê Sûriyê bimînin, nemaze hersê nayên (na ji normalkirina pêwendiyan re, na ji rakirina sizayan re, na ji bo jinûveavakirinê) yên girêdayî bi destxistina pêşketineke bêveger di proseya siyasî de.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Stêfo tekez kir ku helwêsta tund a Fransa derbarê gelê Sûriyê û tawanên ku li Sûriyê ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê ve tên pêkanîn, alîkariyeke mezin e ji bo bidestxistina çareseriyeke dadmend a berdewam li Sûriyê û herêmê, û amaje bi wê yekê kir ku hewesta berovajî vê helwestê tê wateya paşketina ber bi destpêka kirîzê de û dirêjkirina êş û azarên gelê Sûriyê.
Stêfo tekez kir ku çareseriya berdewam li Sûriyê bo pêkanîna çareseriyeke siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê ye, bi taybet jî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Tê zanîn ku Nûnerê herdemî yê Fransa li Netewên Yekgirtî Nicolas de Rivière di axaftina xwe ya di civîna Encûmena Ewlekariyê ya derbarê rewşa mirovî û siyasî li Sûriyê de, tekez kir ku “welatê wî gelek caran tekezî li ser wê yekê kiriye ku proseyeke siyasî ya cihê baweriyê ku daxwazên gelê Sûriyê pêk tîne, take rêya pêkanîna aştiyê ye.” Û cext kir li ser ku welatê wî piştgiriya karê nûnerê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen û cîbicîkirina biryara 2254 bi hemû bendên wê ve dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî