Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, duh pêncşemê, li gel xelkê bajarê Efrînê beşdarî di pîrozkirina Newrozê de kir û germtirîn pîrozbahî pêşkêşî kurdan û tevaya gelê Sûriyê kirin, û hêvî kir ku sala nû dawiyê li êş, zulm, bêdadî, dûrxistin û newekheviyê bîne.
El-Behra di axaftina xwe de wiha got: “Em îro Newrozê, cejna bihar, aştî, azadî, hevgirtin, biratî û têkoşîna di ber rûmet, dadwerî, azadî û demokrasiyê de, pîroz dikin.”
El-Behra tekez kir ku bi dirêjiya sêzdeh salan, gelê Sûriyê destaneyeke qehremaniya awarte hember stemkarî û dîktatoriyê nivîsandiye, û got ku gelê Sûriyê dê li Sûriya azad, a ku ji bo wê têdikoşin, Newrozê wek cejneke niştimanî pîroz bikin. Cejna Sûriya yekgirtî, bi xak û gelê xwe yê pirnetew, bi hemû pêkhateyên xwe ve, di bin siya dewleta hevwelatîbûna wekhev, dewleta yasa û dadperwerî û demoqratiya li ser bingeha pirrengiya siyasî.
El-Behra tekezî li ser yekrêziya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî ve, ji Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî, Tirkmen, Ermenî, Çerkez û yên din, bi hemû ol, bawerî û mezhebên wî ve kir, û diyar kir ku ew dê bi hev re ji bo parastina aştiya civakê û çesipandina aşitî, nirxên jiyana hevbeş kar bikin, û rê li ber her kesê ku hewl dide parçebûn û nefretê di nav gelên heman welatî de biçîne bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî