Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, serdana malbata “Pêşmerg” li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kir, malbata ku çar kesên wê di Cejna Newrozê ya sala borî de hatibûn kuştin, û got ku ew û hevkarên xwe û tevaya gelê Sûriyê hevparên xemgîniya malbatê ne di helkefta salvegera jidestdana wan ji endamên malbata xwe re.
El-Behra piştrast kir ku ji dema tawan pêk hatiye de, doz ji aliyê polîsên leşkerî û dezgehên dadwerî ve tê şopandin, û bi hevkarî û hewlên hemû dezgehên peywendîdar tawankar hatine desteserkirin, lê wan nikarîbûn cihê yekî ji tawankaran nas bikin ku hîn revyayî ye. Piştî temamkirina lêkolînan, tawankarên desteserkirî hatine dadgehkirin û ceza li wan hatine birrîn, her weha ceza li yê reviyayî jî bê ku amade be hatiye birrîn, û tekez kir ku rayedarên pêwendîdar hîn jî hewil didin ku wî bibînin û bigirin, û ew dê vê yekê bişopînin heta ku edalet bicî were û sûcdar bighên cezayên xwe.
Her wiha El-Behra ji endamên malbatê re tekez kir ku tiştê bûye tawaneke hovane ye, behane jêre tune ne û cihê şermezariyê ye, û ew yek ji dozên ku herî zêde li herêmên rizgarkirî têne şopandin e, û şopandin dê berdewam be hata tawankarê reviyayî were girtin û sûcdar hemû li gor yasayê ceza bibin, û cext kir li ser ku pileyên dadgehkirinê rê didin xizmên qurbaniyan ku xwe bighînin rastiyê û ji bicîanîna dadweriyê piştrast bibin.
El-Behra diyar kir ku rêjeya tawanan li hemû navçeyên Sûriyê bi giştî zêde bûye, û rêjeya êş û azarên Sûriyan zêde dibe, û ev yek ji ber aloziya ku welat têde ye bi sedema redkirina rêjîma Esed ji çareseriya siyasî re, û red kir ku ti nakokî an dubendî di navbera pêkhateyên Sûriyê de hebe, û anî ziman ku ev tawan cinayeteke û ne bi awayekî sîstematîk e, û dûrî exlaqê civaka Sûriyê ye ya ku rêz û hurmeta wan ji hev re heye, û bi giştî û bi hûrgilî van tawanan red û dike û dibîne ku çareserî di riya dezgehên dadwerî, eşkerekirina rastiyê û cezakirina tawankaran li gorî yasayê re ye, û ew pêngava herî girîng e ji bo rêgirtina li dubarebûna van tawanên cihê rûreşiyê.
El-Behra ji malbatên qurbaniyan re tekez kir ku kêşeyên wan yek ji kêşeyên giştî ne ku hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve pê elaqedar in, û da zanîn ku xebateke berfireh heye ji bo bihêzkirina desthilat û serbixwebûna dadweriyê ji bo bidestxistina dadmendî, ewlehî û aramîyê li herêmên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî