Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra bi şêniyên gundê Burc Abdallo yê gundewarê Efrînê re civiya, û li daxwazên wan ên derbarê rewşa gund û pêdiviyên wan guhdarî kir, û tekezî li ser dabînkirina avê û birêvebirina wê bi awayekî durist kir.
Gundiyan diyar kirin ku zêdetir ji 240 malbatên êzidî li gund dijîn, herweha ew mêvandariya hejmarek ji malbatên koçberkirî dikin. Şêniyên gund tekez kirin ku pêkvejiyan û hezkirin di navbera hemû pêkhateyên gund de herweha di nav wan û malbatên koçberkirî de heye.
Welatiyan behsa pirsgirêka avdaniyê û qutbûna avê di demsala çandiniyê de kir, û diyar kirin ku ev pirsgirêk ji ber nepisporbûna di birêvebirin û dabeşkirina avê de û kêmbûna asta ava binê erdê ye.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya xelkê gund bi helketa cejna Newrozê kir, û hêviya saleke nû ya xweş ji wan re xwest, ya ku tê de gelê Sûriyê bikaribe rêjîma Esed hilweşîne û daxwazên xwe yên azadî, dadmendî û demokrasiyê bi dest xwe ve bîne.
El-Behra behsa xebata Hevbendiya Niştimanî ya derbarê pêşketina bakurê Sûriyê bi rêya saziyên wê yên cîbicîkar ên bi serpereştiya hikûmeta demkî ya Sûriyê kir, û tekezî li ser berdewamiya kar ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û dabînkirina xizmetguzariyan û bilindkirina asta ewlehî, aramî û desthilata dadweriyê kir.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku gelê Sûriyê yek milet e ji gelek netew, ol û pêkhateyan e, ji ber ku Sûriya landika gelek şaristaniyan e, û got ku Sûriya ku em dixwazin ava bibe, dê dewletek hemwelatîbûna wekhev, dewleta yasa û dadperweriyê û li gor sîstemeke demokratîk a li ser bingeha piralîbûna siyasî were birêvebirin, herwiha tekezî li ser veguhestina wan daxwazên wan bo dezgehên peywendîdar û karkirina ligel wan bo dîtina çareseriyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî