Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra hevxemiya xwe ya kûr ji malbat û kesûkarên qurbaniyên teqîna terorîstî ya duh çarşemê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê rû da û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn diyar kir û hêviya selametî û saxbûna bilez ji birîndaran re xwest.
El-Behra daxwaz ji rayedarên taybetmend kir ku bizavên xwe yên ji bo dabînkirina ewlehiya sivîlan û eşkerekirina kesên ev kiryara terorîstî pêk anîne zêde bikin ji bo wan radestî dadgehê bikin da ku li gorî qanûnê cezayên herî giran bibînin.
Wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de gef li encamderên êrîşê xwarin, û di daxuyaniyekê de destpêkirina lêkolînan bo eşkerekirina kesên destê wan di encamdana teqînê de heye ragihand, û tekez kir ku “ew ji sizaya li gor heqiyê rizgar nabin”.
Wezaretê milîsên PYDê yên terorîst berpirs di ber teqîna bajarê Ezazê de dîtin û got: “Terora Partiya Karkerên Kurdistanê ya tawankar li dijî sivîlan li navçeyên rizgarkirî bê tolhildana ji xwîna şehîd û birînaran re derbas nabe”
Duh çarşemê, êvarî, bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê rûbirûyî êrîşeke terorîstî bû bi rêya kamyoneke bombekirî ku dema li ser xala kontrolê ya “El-Şat” li ser riya darbasbûna bajêr ji aliyê bajarê Efrînê ve hatibû rawestandin teqiya.
Û di heman dema teqînê û karûbarên rizgarkirin û hawarçûna birîndaran de, dever ji navçeyên hevbeş ên rêjîma Esed û çekdarên PYDê yên terorîst hat bombebarankirin û vê yekê rewş aloztir kir û ziyan zêdetir kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî