Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result

Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

El-Behra bang li civaka navdewletî dike da bi erkê xwe rabe piştî bombebarana rêjîmê li ser Sermîn

April 2, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
El-Behra bang li civaka navdewletî dike da bi erkê xwe rabe piştî bombebarana rêjîmê li ser Sermîn

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, sersaxîya malbatên sivîlên bêguneh ên di encama bombebarana Rêjîmê û alîgirên wê li ser bajarê Sermîn ,duh duşemê, şehîd bûne kir, û çakbûna zû ji birîndaran re xwest.

Al-Behra bi pirsyarî got: Gelo wê çiqas dem hewce be da cîhan bizanibe ku berdewamiya armanckirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve û redkirina wê ya berdewam ji pêvajoya siyasî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin re, tê wateya berdewamiya kuştin û tawanên cengê li dijî sivîlan û têkdana aramî û aştiyê li Sûriyê û deverê û derketina qeyranên zêdetir?

El-Behra got ku duh, duşemê, dema xelkê haziriya fitara xwe dikir, rêjîma Esed û alîgirên wê mûşek bi ser bajarokê Sermîn ê gundewarê Idlibê barandin, û di encamê de hejmarek ji sivîlên bêguneh hatin kuştin û birîndarkirin, bi sedema armanckirina bi zanebûn ji bazara bajêr û taxên wî û yek ji dibistanên wî re.

El-Behra bang li civaka navdewletî kir da bi berpirsyariyên xwe li hember Sûriyê hest bibe, ji ber ku her derengmayîn di pêkanîna dadmendiyê û sizanedana sûcdarên cengê de, û nedîtina rêyên pabendkirinê ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî li gorî biryara 2254, tê wateya xwîna zêdetir a mirovên bêguneh û mezintirbûna trajediya koçberan.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê di raportekê de eşkere kir ku hêzên rejîmê duh, duşemê 1ê nîsanê, bajarê Sarmîn li gundewarê rojhilatê Idlibê, bi 20 mûşekan armanc kir, di encamê de zarokek û jinek hatin kuştin, 10 sivîl birîndar bûn, 5 jê zarok 2 jin in, hinek ji wan birînên wan giran in.

Berevaniya Sivîl bal kişand ser wê yekê ku êrîşan li ser taxên niştecihbûnê yên bajarê Sermîn û qada bazarê û dibistana Abdo Selama (li derveyî saetên kar) ên nêzîkî avahiyên tenduristiyê li bajêr, ji bilî ziyanên canî, ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan û dibistana Abdo Selama ya armanckirî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: IdlibSermin
Share1TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Milîsên PYDê yên terorîst di revandina alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de berdewam in

Milîsên PYDê yên terorîst di revandina alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de berdewam in

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.