Milîsên PYDê yên terorîst piştî du rojan ji revandina rojnamevan Rakan Ehmed, endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye Ehmed Sofî û rojnamevan Merwan Hisên Liyanî jî revandin.
Medyaya xwecihî ragihand ku çekdarên PYDê yên terorîst duh, sêşemê, Ehmed Sofî ji bajarê Dêrikê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir, herweha berî wî bi du rojan rojnamevan Merwan Husên Liyanî ji cihê karê wî li bajarê Girkê Legê yê gundewarê Hesekê revandin, bêyî ku çarenivîsa wî eşkere bikin.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku ev yek berdewamiya kiryarên tirsandinê yên li dijî alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye, ji bo çesipandina siyaseta girtina devan û nehiştina nerînên cuda.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî ev kiryarên tirsandinê û binpêkirinên ku li dijî mafên mirovî yên herî bingehîn in şermezar kirin, û bang li rêxistinên civakî û hevpeymaniya navdewletî kir ku kar bikin ji bo rêgirtina li van kiryarên ku rojane tên dubarekirin, û tekez kir ku ev kiryar dê nikaribin Encumena Niştîmanî ya Kurdî ji berdewamkirina têkoşînê dûr bixin û ew dê di xebata xwe de berdewam be ta bidestxistina mafên Kurdan li Sûriyê.
Jêder:Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî