Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, bi nûnerê Fransî yê taybet bo Sûriyê Jean-François Guillaume û şanda pê re hevdîtinek pêk anî, tê de pêşhatên meydanî yên dawî piştî destpêkirina operasyona leşkerî û çûna ber bi bajarê Helebê de û encamên wê yên siyasî û mirovî gotûbêj kirin.
Di civînê de tekezî li ser armanckirina rêjîmê ji deverên sivîlan û navendên giştî bi êrîşên asmanî û topbarankirina nexweşxaneyan, ku bû sedema çêbûna kuştî û birîndarên sivîl û tuşbûna jiyana wan bo metirsiyê kir.
Al-Behra daxwaz ji hikûmeta Fransa û welatên dost kir ku civîneke awarte ya Encûmena Ewlekariyê li dar bixin da ku tedbîran ji bo rawestandina wan êrîşan werbigirin, herwiha pêwîstiya aktîvkirina kar ji bo dîtina mekanîzmayeke mecbûrkirinê ji bo aktîvkirina proseya siyasî û gihîştina çareseriyeke siyasî û cîbicîkirina tam ji biryarên Encumena Ewlekariyê yên derbarê Sûriyê re.
Di civînê de Cîgirê Serok Ebdul Mecîd Berekat, Sekreterê Giştî Heysem Rahma, Hevrêzkarê Beşa Têkiliyên Derve Abdel Ahad Estifou û endama Hevbendiya Niştimanî Salwa Aksoy amade bûn.
Di şanda Fransî de berpirsê dosyaya siyasî ya li Konsolosxaneya Fransayê Amal Ben Haqûk, Antoine de Samp û Seth Budgina jî beşdar bûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya hewldan û piştgiriya hikûmeta Fransî ji gelê Sûriyê re di doza wan de kir ji bo avakirina dewleteke dîmuqrat li ser bingeha dadwerî û wekheviyê, û tekezî li ser giringiya rola Fransa di peydakirina alîkariyên mirovî de kir, bi taybetî alîkariyên pizîşkî ji bo bajarê Helebê, û giringiya berdewamiya wê di piştgiriya aramiyê de li wê deverê.
El-Behra behsa operasyonên leşkerî li Sûriyê kir, û tekezî li ser wê yekê kir ku ew wek bersivekê ye ji êrîşên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê re yên ku sivîlan li navçeyên rizgarkirî dikin armanc û aramiya wan têk dibe. Û diyar kir ku armanca wan a duyemîn rizgarkirina bajar, bajarok û gundan e ji bo vegera penaberan, armanca sêyemîn jî aktîvkirina pêvajoya siyasî ye, li gor biryarên Encumena Ewlekariyê da bigihin çareseriyeke mayînde.
El-Behra diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî li ser asta dosya Sûriyê karê dîplomatîk û siyasî yên hikûmeta Fransî dişopîne, û tekezî li ser pêwîstî tevgereke bilez kir ji bo dabînkirina ewlehiya sivîlan li Helebê, û bal kişand ser giringiya bidawîkirina Siyasetên welatan ên birêvebirina kirîza Sûriyê, û çûna ber bi siyasetên tevlêbûna erênî û bi bandor ji bo çareserkirina wê bi şêweyekî berdewam, da ku negihêjin qonaxa têkçûneke tam.
Û bal kişand ser wê yekê ku navçeyên rizgarkirî hîn rojane xelkên Sûriyê yên ji navçeyên di bin kontirola rêjîmê de direvin werdigirin, ev yek tekez dike ku hêviya wan di paşeroja Sûriyê bi hebûna rêjîma Esed û nebûna çareseriyeke siyasî nemaye.
El-Behra got ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê piştgiriya vegera hemû şêniyên Sûriyê bo deverên wan yên resen dike, di nav de kurdên Sûriyê jî, û tekezî li ser pabendiya Artêşa Niştimanî û fesîleyên şoreşa Sûrî bi dabînkirina hêminiyê ji tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê re li Helebê, û daxwaza dabînkirina aramî û ewlehiya wê kir da ku aware û penaberên wê vegerin.
El-Behra tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ji nêzîk ve rewşa Helebê dişopîne, û niha hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî li wir amade ne, û tekez kir ku ti êrîş ji aliyê aliyên beşdar di operasyonên leşkerî de li ser sivîlan çênebûye. lê berovajî vê yekê weke peyamên dilniyakirinê ji hemû pêkhate, mezheban li bajarê Helebê hatine şandin. Herwiha pêwîstiyên xelkê misoger dike, û tekezî li ser giringiya zêdekirina piştevaniya lojîstîkî û mirovî dike ji bo dabînkirina berdewamiya pêşkêşkirina hemû xizmetguzariyan ji Sûriyan re.
El-Behra bang li hikûmeta Fransa û hevkarên wê û Yekîtiya Ewropî kir ku piştgiriya aktîvkirina proseya siyasî bikin û kar bikin ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî ji Sûriyan re li navçeyên rizgarkirî, ji ber ku Heleb pêwîstiya wê bi alîkariyên bilez heye bi rêya navdewletî û rêxistinên navneteweyî.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di nav desteya danustandinên Sûriyê de bi temamî amade ye ji bo berdewamkirina piroseya danustandinan bi sponseriya Netewên Yekgirtî û cîbicîkirina tam ji biryarên Encumena Ewlekariyê jimare 2118 û 2254 re, tevî daxuyaniya Cinêvê, û gelê Sûriyê dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku daxwazên wan pêk werin.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê taybet ê Fransa bo Sûriyê, Jean-François Guillaume, tekez kir ku derfeteke mezin ji bo aktîvkirina proseya siyasî heye, û hikûmeta Fransa bi nûnerê Netewên Yekgirtî Geir Pedersen, berevaniyê di ber vê yekê de dike û amaje bi wê yekê jî kir, ku hikûmeta Fransa dê bi rêya hevkarên xwe (Brîtanya, Amerîka û Almanya) re zextê bike da ku wê proseyê aktîv bike,
Wî tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina parastina hemû pêkhateyan li bajarê Helebê kir, û rê ji rêxistinên mirovî û alîkariyê re bê vekirin da serdana bajêr bikin û ji rastiyê agahdar bibin û pêdiviyan nas bikin.
Û bal kişand ser giringiya avakirina sîstemeke rêveberiya sivîl a baş li Helebê da ku bibe mînakek ji herêmên rizgarkirî re, û bikaranîna sindoqa niha ya vejandina zû ji bo dabînkirina pêdiviyên bajarê Helebê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî