Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pêşwazî li biryara Fransa ya rakirina hin sizayan ji ser Sûriyê kir û tekez kir ku Sûriya li benda gavên erênî yên bêhtir e ji bo rakirina hemû sizayên ku bandorê li jiyana gelê Sûriyê û pêşketina welat dikin û dibin asteng li pêşiya rizgarbûna ji gelek krîzên ku rejîma Esed berî hilweşînê li pey xwe hiştine.
El-Behra bang li welatên Yekîtiya Ewropî kir ku kar ji bo rakirina sizayên li ser Sûriyê bike, ji ber ku ew niha bandorê li şiyana gelê Sûriyê ya biserxwevhatinê dike û rê li ber pêşketina dewleta Sûriyê ber bi welatekî ewle, aram û dewlemend digire.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot îro Duşemê ragihand ku welatê wî dê ji bo rakirina hinek sizayan ji ser Sûriyê gavan bavêje û diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê dê hinek ji sizayên li ser Sûriyê rake û got: “Îro emê biryarekê bidin derbarê rawestandina hin cezayên ku li ser sektorên enerjî, veguhestin û saziyên darayî hatine sepandin.”
Di demekê de ku Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa Kaya Kallas pêşbînî kiribû ku Yekîtîya Ewrupa di demeke nêzîk de erê bike li ser destpêkirina sivikkirina cezayên ku li ser Sûriyê hatine sepandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî