Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekezî li ser pabendbûna bi çarçoweya çareseriya siyasî weke helwesteke neguhêr a Hevbendiya Niştimanî kir, û cext kir ku cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254 ku di sala 2015an de derketiye, tekane çareserî ye ji bo trajediya însanî ya ku gel têde dijî û Sûriye ber bi aştiyeke domdar ve dibe.
Di hevpeyvînekê de ligel malpera Global Justice, El-Behra amaje bi wê yekê kir ku ji ber hebûna hêzên leşkerî yên cuda li ser xaka Sûriyê û cudabûna berjewndiyên wan, ti aliyek nikare çareseriyeke leşkerî li Sûriyê bi dest bixe, û got ku ev hêz bêyî çareseriyeke siyasî ji Sûriyê dernakevin. Ew Lihevkirina ku çarçoweya wê ya giştî li gorî biryara jimare 2254 hatiye destnîşankirin be. El-Behra amaje bi wê yekê kir ku biryar li gor şiroveyeke rasteqîne û riyalîst e ji çareseriyên ku ji bo gel pêkan in re û sûrî ji wan razî ne, wê bihêle ku ew li welatê xwe bimînin û penaber û awareyan han bide ku biryara vegera bi dilxwazî bistînin.
El-Behra tekez kir ku cîbicîkirina biryara navborî çareseriya ku kare ax û gelê Sûriyê careke din bike yek e û çekdarên biyanî bi hêza lihevhatina navdewletî derxînin, û piştre vekişîna hêzên biyanî yên rêkûpêk, û nîşan dide ku ev sedem dihêle ku hemû alî pabend bin bi prensîba li ser bingeha cîbicîkirina biryara 2254 ku çareseriya mayînde ye û çareseriyên din demkî ne û nikarin Sûriyê ber bi qonaxa aştiya domdar ve bibin.
El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku siyaseta Tirkiyê berjewendiyên Tirkiyê û gelê wê dide pêş, her werha erkê Hevbendîyê ye jî bercewendiyên Sûriyê û gelê Sûriyê wek pêşinde bibîne.
El-Behra bal kişand ser pêwîstiya ku armanc û alav ji hev werin cudakirin, û diyar kir ku armancên Enqerê giringiyê didin çend xalan, ew jî jinavbirina rêxistinên cudaxwaz ên terorîst û milîsên girêdayî wan e ku rasterast metirsî ne ji ewlehiya wê re, û ev di berjewendiya niştimanî ya gelê Sûriyê jî de ye.
Û got ku armanca duyem razîkirina penaberên Sûrî yên li ser xaka wê ne ye ku bi awayekî dilxwazî vegerin Sûriyê, û razîkirina bi milyonan awareyên ku li navçeyên sînorî dimînin da vegerin cihên xwe yên resen, û dît ku ev yek bi dilê sûriyan e jî, eger şert û mercên guncav û garantîyên cihê baweriyê yên ku berê wan bidin standina vê biryarê peyda bibin.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku armanca sêyem a Tirkiyê dabînkirina ewlehî û aramiya navçeyên sînorî yên li ser sînorên wê di hundirê Sûriyê de ye û kontrolkirina wan ji bo rûbirûbûna terorîzmê, bazirganiya madeyên hişber û bazirganiya neyasayî ya koçberan. Û got ku ev armanc pêk nayên ji bilî bi destxistina ewlehî, aramî û aştiya domdar li Sûriyê bi giştî ye, û anî ziman ku ev armanc jî xaleke hevaheng e bi berjewendiyên niştimanî yên Sûriyê re, ji ber ku tu kes naxwaze Sûriya bibe destpêkek ji karekî re ku bibe gef ji ewlehî û aramiya welatên cîran re, her weha naxwaze ew welat jî bibin gef li ser ewlehî û aramiya Sûriyê û xelkê wê.
El-Behra diyar kir ku armanca dawîn a ku Tirkiye dixwaze pêk bîne ew e, avakirina têkiliyên cîrantiya baş bi dewlet û gelê Sûriyê re, xurtkirina têkiliyên aborî û danûstandina bazirganî û ji nû ve destpêkirina xetên tranzîtê yên di navbera Ewropa û welatên erebî de di riya Tirkiyê re û sûdwergirtina ji qonaxa nûavakirinê li Sûriyê piştî gihiştina çareseriyeke siyasî ya domdar, ku di heman demê dikeve xizmeta berjewendiyên niştimanî yên Sûriyê de jî, ji ber ku pêwîstîya operasyonên nûavakirinê bi beşdariya welatên bira û dost û rêxistinên navdewletî heye.
Al-Bahra destnîşan kir ku tişta ku Tirkiye ji encamên siyaseta xwe hêvî dike, gihiştina armancên li jor e û ne “normalîzekirina têkiliyan ” tenê ji bo “normalîzekirinê” ye, ku ew li gorî nêrîna xwe wê wekî handanê û amûreke alîkar dibîne, û em jî hevnerîn in ku pêkanîna wan armancan bi awayekî domdar girêdayî gihiştina çareseriya siyasî li gor biryara Encûmenê ya bi hejmara 2254 e, di riya aktîvkirina pêvajoya danûstandinên siyasî di navbera hêzên şoreşê û rejîmê de da bibe pêvajoyek encamdar.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re berî heftiyekê, gelek piştgirî ji diyalog û danustandina armancdar û riyalîst têde hebû ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê li ser bingeha biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254.
Û tekez kir ku divê çi çareseriyeke siyasî ya hebe cihê razîbûna piraniya xelkê Sûriyê be, û garantiyên zelal ku kes nikaribe jê vegere, û bibe sedema bidestxistina ewlehî, aramî û aştiyê. Û tekez kir ku ev bingehên çareseriyeke rasteqîne û mentiqî ne û pêwîstiya wan bi çareseriyê heye bi riya cîbicîkirina biryara 2254.
Û bal kişand ser wê yekê ku çareseriya ne riyalîst ew e ya hewl dide ji pirsgirêk û arîşeyên bingehîn bireve û bindestiya gelê Sûriyê û daxwazên wî ên ku ji bo wan serî hildaye li ber çavan nebîne û çareseriyên dawî ji wan re peyda neke ku ev yek dihêle çareserî têk biçin. Û bal kişand ser wê yekê ku tişta herî mezin a vê yekê piştrast dike, rewşa niha ya Sûriyê ye, ku her kes têkçûna çareseriyên parçeyî yên ku ji rastiyê û mantiqê dûr in û bûne dema ku gilî û daxwazên gelê Sûriyê paşguh bikin dibîne, lewra têk çûn û negihiştin armancên xwe.
Al-Behra behsa rewşa navçeyên di bin kontrola rejîmê de yên bi rêya çareseriyên demkî kir û got: Gelo ewlehî û aramî li Deraa, Hims û Helebê û deverên din peyda bû? Ew çareserî bûn fakter ji bo kêmkirina hewcedariyên mirovahî tevî ku asta tundûtûjiyê kêmtir bû? Gelo rewşa abûrî baştir bû? koçberbûna Sûriyan ji Sûriyê û daxwaza penaberiyê li hemû deverên cîhanê rawestandiye? An jî penaber û derbider gihandine wê baweriyê ku bi dilxwazî vegerin welatê xwe? Dabeşbûna deverên di bin kontrola aliyên cuda de bi dawî hatiye û xak û gelê Sûriyê bûye yek?
El-Behra dûpat kir ku her çareseriyek ne li gor xwendineke mentiqî ya rasteqîne be ji kokên pirsgirêkê re yên gelê Sûriyê ji bo wan serî hildaye, an jî bûne sedema destwerdana rasterast a dewletên derve di hundirê Sûriyê de, dê êş û azaran li Sûriyê dirêjtir bike û bibe sedema xirabûna zêdetir a saziyên dewletê yên mayî, û ji encamê wê rewş li Sûriyê kambaxtir bibe û çareseriyê ji welat re nayne û bibe sedema xerabkirina ewlehî û aramiya herêmî û navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî