Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra di “Roja Cîhanî ya Zarokan” de tekez kir ku zarokên Sûriyê bûne qurbaniyên herî mezin di van salên dawî de, û rêjîma Esed berpirsê herî mezin e di ber çêkirina qeyranên aloz ji zarokên Sûriyê re, bi riya bêparbûna ji xwendinê, xirabûna guhdana tenduristî û derûnî, û rewşa xerab a mirovî, civakî û aborî.
El-Behra got: “ Em ji bo xatirê zarokên Sûriyê pêşerojeke baştir jê re dixwazin “, û tekez kir ku tişta hatiye serê zarokên Sûriyê “berpirsiyariya me wek tevaya Sûriyan du qat dike, ji bo misogerkirina rizgarkirin û parastina wan, dabînkirina jîngeheke perwerdeyê ya guncaw ji wan re û dabînkirina xizmetên pêwîst ji bo guhdana wan,” û bang li civaka navdewletî kir ku piştgiriya vê yekê û hevkariyê ji bo wê bike.
El-Behra guhdana Hevbendiya Niştimanî ya tam diyar kir bi ewlehiya zarokên Sûriyê, vegerandina mafên wan ên bi ewlehiya welat ve girêdayî ye ji bo gihiştina jiyaneke aram di riya piroseseke siyasî ya berfereh re, ku ber bi çareseriyeke siyasî ve diçe li gorî biryarên 2254 yên Encûmena Ewlekariyê (2015) û 2118 (2013), û giringiya pabendbûna hemû alîyan, nemaze rijêm bi peyman û yasayên navdewletî yên girêdayî parastina zarokan û dabînkirina mafên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî