Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinan a Sûrî civîna xwe ya asayî li Cinêvê bi dawî kir

November 21, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Danûstandinan a Sûrî civîna xwe ya asayî li Cinêvê bi dawî kir

Desteya Danûstandinan a Sûrî civîna xwe ya asayî di navbera 17 û 20ê heyva mijdarê de li Cinêvê lidar xist û tê de pêşhatên dawî li Sûriyê, pêşhatên proseya siyasî û encamên rewşa aloz li herêmê gotûbêj kirin.

Desteyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku kiryarên dijminane yên Israîla dagirker bûn sedema reva bi deh hezaran welatiyên sûrî, libnanî û felestînî ber bi Sûriyê de bo rizgarbûna ji bombebaranê û şer, û daxwaza agirbestê û rawestandina armanckirina sivîlan û navendên sivîl li Gaza, Libnan û Sûriyê û cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar kirin.

Desteyê tekez kir ku sedema sereke ya tiştên li herêmê rûdidin ew e ku civaka navdewletî nikare biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriye, Libnan û Filistînê cîbicî bike.

Desteyê bombebarana li dijî parêzgehên Idlib û Helebê ku bû sedema mirin û birîndarbûna sivîlan protesto kir.

Desteyê tekezî li ser giringiya rola civaka navdewletî di cîbicîkirina sozên xwe de kir, da fişarê li rêjîma Esed bike ji bo azadkirina hemû girtiyan, û eşkerekirina çarenivîsa windayan, û tekez kir ku tiştê Rêjîm bi riya derxistina qanûnên efûyê re dike, tenê hewldanek xapandinê ye, ti bandoreke rastîn jê re nîne.

Desteyê amaje bi wê yekê kir ku endamên Desteyê, hejmarek pispor, rêxistinên civaka sivîl û endamên revenda sûrî-amerîkî tevlî komxebateke berfireh bûne, bi armanca lêkolînkirina astengî, kêşe û derfetên li pêşiya gelê Sûriyê di riya xebata wî ya ji bo çareseriya siyasî ya berfereh a veguheztina siyasî pêk bîne li gorî ragihandina Cinêvê ya sala 2012an, biryara Encûmena Ewlekariyê ya NY jimare 2254 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar.

Desteyê diyar kir ku wê di komxebatê de behsa rawestana pêvajoya siyasî û astengiyên wê, û guhertinên herêmî yên çaverêkirî yên girêdayî hebûna Îranê li Sûriyê kir, herweha proseyên asayîkirina têkiliyan bi rêjîmê re û guhertinên di helwestên navdewletî de hatin nirxandin, û beşdaran jîngeha ewle û bêalî di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya tekûz de li gora ku di daxuyaniya Cinêvê ya di 30/6/2012 de û biryarên Encumena Ewlekariyê jimare 2118 û 2254 de hatiye, gotûbêj kirin.

Desteyê amaje bi wê yekê jî kir ku di komxebatê de herwiha mijara penaber û awareyên sûrî ji aliyekî ve weke kirîzeke mirovî û ji aliyekî din ve weke pirseke yasayî û siyasî, û rewşa perwerdeyê li navçeyên curbicur ên Sûriyê û astengiyên li pêşiya piroseya xwendinê, herweha pirsa vejandina zû li gor nerîna proseya siyasî û kêşe û derfetên ku heye derkevin, hatin gotûbêjkirin.

Desteyê amaje bi wê yekê kir ku di komxebatê de sizayên navdewletî ji aliyê armanc û encamên wan ve li ser gelê Sûriyê û rêyên reva rêjîmê û piştgirên wê ji wan hatin gengeşekirin, pişt re bandorên şerên li navçeyê li ser berhemdan û bazirganiya Kaptagonê ji aliyê rejîmê ve û bikaranîna wê ji armancên siyasî re û bandora civakî û aborî ya vê diyardeyê hat behskirin.

Di dawiya komxebatê de, kesên amade encamên hilbijartinên Amerîkî û bandora wan a texmînkirî li ser dosya Sûriyê gotûbêj kirin, piştre li ser kêşeyên bingehîn ên derfetên pêkan li pêşiya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, gotûbêj kirin, li gorî ku di daxuyaniya Desteyê de hatiye.

Desteyê tekez kir ku civîna wan bi hejmarek temîniyên pratîkî ên ku wê bên lêkolînkirin da di hewlên xwe yên berdewam de sûdê jê werbigirin ji bo pêşdebirina proseya siyasî û gihîştina encamên wê yên daxwazên gelê Sûriyê pêk bînin, bi dawî hat.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Desteya Danûstandinan
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî: Nimûneya xirab a Deraayê hişt ew ne ewle û ne aram be

Hevbendiya Niştimanî: Nimûneya xirab a Deraayê hişt ew ne ewle û ne aram be

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.