Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Basil Xinêm, tekez kir ko rêkeftinên herêmî û navdewletî yên derbarê Deraa sedema serekî bûn ku herêma başûr ne aram e û xelkên wê rojane direvin, ji bo peydakirina devereke ewle ji xwe û zarokên xwe re.
Xinêm tekez kir ku rêjîma Esed sûdeyê ji rewşa herêmî û navdewletî werdigire ji bo sizadana xelkê Deraayê, ji ber dîsa dest bi kuştin û girtina sivîl û şoreşgeran kiriye.
Herwiha Xinêm tekez kir ku Sûriye bi hebûna rêjîma Esed û alîgirên wê û milîsên mezhebî yên terorîst ne ewle ye, û daxwaza aktîvkirina piroseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê kir, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Kombûna Azadên Houranê, got ku doh çarşemê, qeyikek ku 25 koçber tê de bûn, li peravên Lîbyayê, piştî 2 demjimêran ji birêketina wê ji bajarê Trablusê, binav bû.
Kombûnê bal kişand ser wê yekê ku piraniya rêwiyên di qeyikê de ji bajarokê Kerk El-Şerqî yê gundewarê Deraa bûn, jin û zarok jî di nav wan de hebûn, û anî ziman ku masîgiran hin kes rizgar kirin û yên mayî jî winda ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî