Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra di 12emîn salvegera komkujiya Holê de ya ku hêzên Esed bi piştgiriya milîsên mezhebperest li bajarokê Holê li parêzgeha Humsê pêk anîn, tekez kir ku ew yek ji komkujiyên herî hovane ye li dijî sivîlên Sûriyê.
Di encamê de zêdetir ji 100 kesî, zarok û jin di nav wan de hebûn, şehîd ketin, El-Behra diyar kir ku gunehê qurbaniyan ew bû ku beşdarî xwepêşandanên aştiyane bibûn, yên têde daxwaza vegerandina mafên xwe yên mirovî û destûrî dikirin.
El-Behra tekez kir ku qurbanî û malbatên wan li hêviya cîbicîkirina edaletê ne û got: Ev yek dihêle ku em bi hemû rêyan bixebitin da sûcdarên tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê siza bidin, û civaka navdewletî deynin pêşiya erkê wê yê yasayî û exlaqî ji bo pêkanîna dadweriyê û bidestveanîna mafên qurbaniyan, û peydakirina mekanîzmayên bibandor ku nehêlin tawankar ji sizayê birevin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirov hûrgiliyên komkujiya Holê bibelge kirin, û got ku komelkujî bi bombebarankirina bêserûber li ser gund û deştên Holê dest pê kir û 14 demjimêran berdewam kir.
Toreyê diyar kir ku piştî bombebaranê endamên hêzên rêjîmê û milîsên xwecihî û mezhebî girtin ser hejmareke mezin ji malan, û tawan pêk anîn ku di nav de îdamkirinên meydanî hebûn ji aliyê Heşda Şeibî û karmendên ewlekarî ve li dijî her kesê ku wan dît ku li derûdora bajar dijî.
Toreyê diyar kir ku destên zarokan kelepçe kirin, jin û mêr kom kirin, piştre bi kêran kuştin û laşên wan gulebaran kirin.
Torê diyar kir ku wê kariye 107 kesan bi nav û wêne tomar bike, û got ku di nav qurbaniyan de 49 zarokên di bin deh salan de û 32 jin hene, û laşin hebûn ku toreyê nekarîye bigihêje wan û belge bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî