Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko biryara lêborînê ya vê dawiyê ji aliyê rêjîma Esed ve hatiye derxistin ji biryarên efûyê yên berê ku hejmara wan bûye 24 ne cuda ye, û ew di çarçoveya lîstina siyasî û berepêkên ji bo bidestxistina demê de ye da beşdarî çareseriya siyasî li gorî biryara navneteweyî ya 2254 nebe.
Di gotarekê de ku îro sêşemê li ser malpera Al Jazeera bi sernavê: “Efûya ji bo hemû girtiyan li Sûriyê… gelo ev sozeke rast e?” hatiye belavkirin, Elbehra got ku ji dema şoreşa Sûriyê 2011an dest pê kiriye de, kirîzên siyasî û mirovî li Sûriyê berdewam in, û bi demê re diyar bû ku rijêma Esed naxwaze rêbaza xwe biguhere û beşdariyê di çareseriya siyasî de bike ku di encamê de çareseriyek berfireh û berdewam peyda bibe.
El-Behra bal kişand ser wê yekê amûrên ku herî zêde rejîm ji bo lîstina li qada siyasî bi kar tîne, derxistina biryarnameyên efûya girtiyên siyasî û zilamên di temenê leşkeriyê de ku ji leşkeriya neçarî dûr ketine, û got ku rejîm van biryaran weke gavên lihevhatinê dide diyarkirin, lê belê rastî ji vê yekê dûr e.
El-Behra amaje kir ku mersûma yasayî ya jimare 27, ya ku di 22ê îlonê de derket, 24mîn biryara ji heman cûreyî ye, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, stratejiya berdewam a rêjîmê eşkere dike, ya ji bo reva ji fişarên siyasî û paşdexistina lihevkirinên bingehîn ên bi armanca bidestxistina çareseriyeke siyasî, û tekez kir ku Esed van biryaran wek navgînekê bikar tîne da ku civaka navdewletî bixapîne û bide bawerkirin ku ew hewl dide aramî û lihevhatinê pêk bîne.
El-Behra hişyarî da ku lêkolîna bi hûrgilî li ser van biryaran, eşkere dike ku ew qadeke berfireh ji dezgehên ewlekarî re peyda dike ji bo lîstina bi çarenûsa kesên ku ketine ber efûyê de, ji ber ku biryar hin tawanan lêbûrîn dike û tohmetên ku rejîm arasteyî rikberên xwe yên siyasî dike wek “terror, xiyaneta welat” ne di nav lêbûrînê de ne, lewra di pratîkê de dihêle ev mersûn bê bandor bin, ji ber piraniya girtiyên siyasî nakevin ber de û ev yek nahêle jîngehek ewle ji bo vegara penaberan peyda bibe.
El-Behra tekez kir ku pirsgirêka sereke ya di van biryaran de heye , nebûna çavdêriya dadwerî ya serbixwe ye, û anî ziman ku ev biryar dihêle desthilata ewlekarî diyar bike ka kî sûdê ji efûyê werdigire, û ev yek jîngehek guncaw ji bo binpêkirinên mezin ên mafên mirovan diafirîne.
El-Behra di gotara xwe de diyar kir ku li şûna ku ev biryar bibin alavek ji bo pêkanîna dadmendiyê, ew wekî amûrekî ji bo fişar û xapandina dijberan têne bikaranîn da wan vegerîne ber destê xwe, ji ber ku baweriya xwe bi mersûmên wê yên lêbûrînê tînin.
El-Behra teqez kir ku gelek kesên vegeriyayî di dema borî de rastî girtin, îşkencekirin, û heta kuştinê hatine piştî ku vegeriyan deverên li jêr kontrola rejîmê.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku rejîmê çendîn caran redkirina xwe ji bo tevlîbûna di proseyeke siyasî ya rasteqîn de îsbat kiriye, lê berevajî vê yekê ji xwe re çêtir dibîne dema bi yasayan dilîze ji bo paşxistina her çareseriyeke rastîn, di heman demê de berdewamiya bihêzkirina desthilata xwe bi rêya hêza leşkerî û piştgiriya derve.
Her wiha serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko biryarên Netewên Yekgirtî yên wek biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 ku daxwaza agirbestê û destpêkirina veguhestineke siyasî dike, tenê li ser kaxizê dimîne, ji ber ku rêjîm rijd e li ser girtina çi rêyekê ku dibe sedema veguhestina desthilatê, û red dike ku ti guhertinên berçav di saziyên dewletê de pêk werin, nemaze piştî ku beşeke mezin ji serweriya xwe ji dest daye ji bo bercewendiya hevalbendên xwe yên biyanî .
Li gor van dateyan, El-Behra bang li civaka navdewletî kir ku bizane ku ev biryarên ji aliyê Esed ve hatine derxistin, ne tiştekî din in ji bilî hewlên bêhêvî yên dûrketina ji çareseriya siyasî, û tekez kir ku dana derfetên zêdetir ji rêjîmê re ji bo guhertina reftarên xwe, tenê wendakirina demê ye û êşa gelê Sûriyê zêde dike.
Elbehra tekez kir ku divê civaka navdewletî helwesteke bibiryartir bigire û her danûstandinekê bi rêjîmê re bi pêkanîna pêşketineke berçav di pêvajoya siyasî ve girêbide, di nav de destpêkirina veguhêzeke siyasî ku mafên hemû Sûriyan garantî bike û dadmendî û dadpirsînê bicî bîne.
El-Behra di berdewamiya axaftina xwe de got: “Sûriye nikare bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh li ser bingeha biryarên Neteweyên Yekbûyî ji çerxa şer derkeve.”
El-Behra tekez kir ku gelê Sûriyê ku bi salan e ji bo mafên xwe yên bingehîn ên azadî, rûmet û dadmendiyê têdikoşe, çareserîyeke beşekî qebûl nake, rewş hewceyî pêvajoyeke siyasî ya rastîn e.
El-Behra destnîşan kir ku çareseriya siyasî tenê riya vegerandina aştiyê li Sûriyê û dabînkirina aramiya wê ye, û tekez kir ku rêjîm nikare berdewam be li ser biryarên lêborînê ji bo paşxistina hilweşîna xwe ya neçar, û divê civaka navdewletî li hember wê yekê bêdeng nemîne.
Wî daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar ên herêmî û navdewletî kir, ku bi awayek cidî bi erkên xwe rabin û bi dilsozî kar bikin ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî ya dadmend û berdewam ku mafên hemû gelê Sûriyê garantî bike û dewletê li ser bingehên demokratîk ji nû ve ava bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
Penaberên Sûriyê
Biryarnameya Lêborînê