Heyva Sor a Qeterî, du gund li devera Kefer Jalis li rojavayê bajarê Idlibê vekirin, û xaniyên demkî yên ku jiyaneke şayist ji 600 malbatên ku li kampan di rewşeke mirovî ya xirab de dijiyan û rastî zehmetiyan dibûn dabîn kirin, hevdem li gel destpêka demsala zivistanê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, xebatên Heyva Sor a Qeterî bilind nirxandin, û spasiya hikûmet û gelê dewleta Qeterê û hemû kesên ku di kêmkirina azarên gelê Sûriyê de beşdar bûne kir.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku bi milyonan kes li bakurê Sûriyê li benda vegera bo mal û milk û warên xwe ne, lê astengiya sereke ew e bazdana rejîmê ji piroseya siyasî û cîbicînekirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, ya ji bo bidestxistina biryareke dadmend e ku çareseriya siyasî û misogerkirina vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar ji koçber, derbider û penaberan re bo cihên xwe yên resen dabîn bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî