Zanîngeha Helebê ya Azad şaxek xwe li bajarê Serê Kaniyê li parêzgeha Hesekê vekir, ku yekem zanîngeh e di vî warî de li bajê, dibe alîkar ji bo çareserkirina pirsgirêka bi hezaran xwendekarên ku nikarin xwendina xwe ya zanîngehê berdewam bikin ji ber ku nikarin xwe bigihînin zanîngehên herêmên din.
Di qonaxa xwe ya yekem de, şaxê Zanîngeha Helebê ya Azad li Serê Kaniyê ji sê peymangehan pêk tê: Peymangeha Rêveberiya Karan, Peymangeha Perestkariyê, û Peymangeha Dermansaziyê.
Vekirina vî şaxê zanîngehê piştî seredana vê dawiyê ya serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra û şanda pê re ji bo herêmê pêk hat, ku tê de li daxwaz û pêdiviyên xelkê guhdarî kiribû. Endamê Hevbendiya Niştimanî Hisên Raad, got ku vekirina şaxê zanîngehê hat piştî serdaneke Hevbendiya Niştimanî Sûrî li herêmê, ji bo şopandina rewşa wê û kombûna bi çalakvanên bajêr re, û axaftina bi dê û bavan û xwendekaran re li ser rastiya rewşa perwerdeyê li herêmê û nebûna zanîngeh û kadroyên wanedanê.
El-Raad anî ziman ku Hevbendiya Niştimanî ji dil û can kar dike ji bo peydakirina pêdiviyên navçeyên rizgarkirî bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, di çarçoveya nêrîna xwe de ji bo pêşxistina bakurê Sûriyê, û got ku dosyaya xwendinê di lîsteya pêşaniyan de ye, ku şaxeke Zanîngeha Helebê ya Azad li bajarê Til Ebyadê hatiye vekirin û niha jî şaxeke din li Serê Kaniyê vebû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî