Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko xemsariya civaka navdewletî di cîbicîkirina xala 21ê ji biryara Encûmena Ewlekariyê ya jimar 2118 ya sala 2013an, ku têde sepandina tedbîrên piraktîkî li dijî rêjîmê li gor Beşa Heftan heye, eger ew careke din çekên kîmawî bi kar bîne yan wan veguhêze, bûye sedema berdewamîya bikaranîna wî ya zêde ji çekên kîmawî û serederiya hovane li gel Sûriyan re û berdewamiya tawanên cengê yên ku bi bikaranîna çekên curbecur têne kirin, di nav de yên li ser asta navdewletî qedexekirî ne.
Di salvegera êrîşa kîmawî li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê de, ya ku ji aliyê rêjîma Esed ve di sala 2017an de hat pêkanîn û tê de 91 sivîl hatin kuştin, El-Behra bal kişand ser wê yekê ku piştî rêjîmê biryara 2118an pesend kir û peymana qedexekirina bikaranîn û çêkirina çekên kîmyewî di Îlona 2013 de erê kir, 181 caran çekên kîmawî bikar anîn.
El-Behra bang li welatên cîhanê, Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê kir, da fişareke bibandor û rasteqîn bisepînin ji bo pêkanîna dadmendiyê û dadgehkirina rijêmê li ser tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên ku li dijî mirovahiyê pêk anîne, û dabînkirina edaletê ji qurbaniyan re, û bidestxistina daxwazên rewa yên gelê Sûriyê di dewletekê di bin siya yasa, dadmendî, hevwelatîbûna wekhev û demokrasiyê de be, bi rêya cîbicîkirina tund û tam ji biryarên Encumena Ewlekariyê re, bi taybetî jî biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî