Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, û tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî gengeşe kirin, û li raportên kar û barên ofîs û desteyan û girûpên kar guhdarî kirin, û pêşhatên herêmê û zêdebûna operasiyonên leşkerî gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyek derbarê xebatên desteya serokatiyê û şopandina wê ji xebata Girûpên Kar û pêşhatên leşkerî û siyasî yên girêdayî Sûriyê re pêşkêş kir, û her wiha hin mijarên têkildarî Sûriyên ku li Tirkiyeyê dijîn gotûbêj kirin.
Cîgirên Serok behsa karê xwe yê hefteya borî kirin û Sekreterê Giştî jî di derbarê kar û xebatên Emîndariya Giştî de kurteyek pêşkêş kir, û girîngî da şopandina rewşa hin penaberên sûrî li Tirkiye û Libnanê, her weha pêşkêşkirina raporên ofîsên Emîndariya Giştî.
Desteya siyasî li rapor xebatên nûner û ofîsên Hevbendiyê yên li Elmanya – Fransa – Misir – Urdun – Îtalya – Hatay – Mêrsînê guhdarî kir.
Girûpa Kar a Partî û Şepêlên Siyasî û Girûpa Kar a Olan, rapor derbarê xebatên xwe pêşkêş kirin, her weha amadebûyan li raporeke meydanî ku ji aliyê fraksyona leşkerî ve hatibû pêşkêşkirin guhdarî kir.
Û Desteyê li xwendineke siyasî ya Girûpa Kar a Lêkolînan û Rawêjkariyê guhdarî kir, têde behsa bandora hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyê li ser rewşa Sûriyê, bombebarana Israîlê li ser konsulxaneya Îranê li Şamê, û kuştina hejmarek ji serkirdeyên milîsên terorîstî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî